Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Rastî û Esasî!

Kadının Kaleminden
Tebax 24 / 2016


 

 
Eyşe Gokkan
 
Qûmaş û meqes di destê pergala dewleta AKP’ê de ye dikare bibire lê nikare li zanyaran berxwedêr, têkoşînger, rêberan bike, birîna qumaş di destê wan de ye lê pîvan ne di destê pergalê de ye.
Dozger sûcê Asli Erdogan rêz kirine, dadger jî qebûl kiriye; Asli gotiye dewlet êrîşî sivîlan dike, waran hildiweşîne, mafên mirovan binnpê dike û hwd ji ber vê sedemê Asli hatiye girtin. Erê, mamoste Asli rast dibêje, dîrokî dibêjê, hêjayî dibêje, gerdûn dibêje û berpirsyariya sedsalê dibêje.
Ger ku ne rast e, dewlet sivîlan qetil nakin çima peymana mafên mirovan mor dikin û hêjmara 2012’an serlêdanê li DMME’yê 16 hezar û 876 (binpêkirina mafan ÎHD) doz li Tirkiyeyê vebûne. Ger ku ne rast e Hurşît Kulter li ku derê ye? Ger ku dewlet cih û waran hilnaweşîne, sivîlan nakuje, serokomar çawa daxuyanî dide û ji bo Nisêbînê dibêje ‘kevir li ser kevir, serî li ser laş nehêlin’, çima nabêje wan nekujin cih, waran hilneweşînin? Ger ku ne rast e, çima hilweşandina Sûr, Gever, Hezex, Şirnex, Nisêbîn û hovîtiya jêrzemînên Cizîrê dike stuyê Cemaetê û hîn jî dorpêçkirina navçeyan didomîne, dixwaze dest bide ser warê gelan?
Ger ku ne rast e, dewletê li Kurdistanê şer îlan nekiriye çima dewlet dibêje ‘du polîs li Serêkaniyê hatin kuştin pêvajoya çareseriyê xirab bû, şer dest pê kir ev jî Cemaetê kir’, Cemaetê pêvajo xirab kir, ê çima niha şer nayê rawestandin, dest bi pêvajoyê nayê kirin û pêvajo venagere protokola Dolmabaxçeyê û birêz Ocalan di şert û mercên azad de tevli pêvajoyê nabe?
Ger ku ne rast e Roboskê ne qetlîama sivîlan e dewlet çima dike stuyê Cemaetê, xwe jê paqij dike û lêborînê naxwaze, sûçdaran ceza nake bi ser de jî Roboskê dorpêç dike? Ger ku dewlet girtinên KCK’ê dike stuyê cemaetê çima hemû sûçdarên rûreşiyê serbest dike, dîl ên siyasî hemû nexweşin, rewşa wan girane û hîn jî di zindanê de digire, her ku yek jiyana xwe ji dest dide, dibe rûreşî?
Ger ku ne rast e dewlet çima berê dibêje birêz ‘Ocalan makûl e ku pê re hevdîtin çêbibe’ û pişt re dibêje şeva derbeyê komek ji cemaetê dê Rêber Ocalan ji Îmraliyê birevandina (hinek jî ji wan hatine girtin), çima birêz Ocalan di şertên azad û wekhev de dest bi hevîtinan nake hîn jî tecrîdê didomînin, gel tehrîk dike, pêvajoya şer kûr dike?
Ger ku ne rast e nivîskarê rojnama Akşamê Emîn Pazarci çima tehdîta dest dirêjî û destavitinê diparêze, nayê girtin çima Asli mamoste tê girtin.
Ger ku ne rast e, çima dewlet tacîz û tecawiza li ser jinê nadarizîne, çima qanûnên bi tecawizker re zewacê tîne? Ger ku ne rast e, li Tirkiyeyê demokrasî heye çima fikir û raman qedexen e, çima televîzyon, rojnameyên pergalê qala Rêbertî û axa azad ji bo xwe dike lê ji bo gelen û jinan nake?
Ger ku serokomar dibêje gel û hilbijatiyên gel esas e çima gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd ne esas be?
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin