Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Kampanyaya KJA’yê

Kadının Kaleminden
Tebax 24 / 2016


 

 
Zehra Tunç
 
Tevgera jinê her dem bi dirûşmeyekê tevli pêvajoyê dibe û xebatan dide meşandin. Gelek dirûşmên wan ên wekî “Jin jiyan azadî” di dîrokê de cih girtine û bûne malê tevgerên jinên cîhanê hene. Di bin banê wan dirûşman de jin xwe rêxistin dikin û ji demê re dibin bersiv.
Niha jî jin ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê xwe bi dirûşma “Em li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedi derdikevin” tevli pêvajoyê bûne. Jinên di bin banê Kongreya Jinên Azad (KJA) de xwe rêxistin dikin û tevli pêvajoyê dibin girîngiya rêxistinbûnê û dirûşmên demê baş nîşan didin.
Li hember hewla darbeyê ku di 15’ê tîrmehê de destpêkirî û hê jî berdewam dike bi rêxistinî bersivê didin. Di encama lêkolînên hatin kirin de piştî hewlên darbeyê, bi OHAL ê re di 250 serdegirtinên malan de 400 kes hatine binçavkirin. Di van  serdegirtinan de jî herî zêde jin hedef hatine girtin. Hem di serdegirtinan de ji jinan re gotinan dibêjin hem jî digirin û binçav dikin. Ev jî nîşan dide ku pergal çiqasî ji rêxistinbûna jinan  ditirse, ji bo wê ye bi her awayî êrîşî jinan dike.
Jinên ku dizanin dermanê hemû qeyran û pirsgirêkan xurtkirina rêxistinbûnê ye careke din bi rêxistinbûnê li qadan bersiva pêwîst dan. Jinên bênavber li qadan têdikoşin û bi tilîliyên xwe bûne tirsa desthilatên serdemê, tevli hemû bernameyan dibin. Li gorî giyana demê bertekên herî baş, di dem û cihê xwe de jî jin nîşan didin. Ji ber hem herî zêde ew rastî êrîşan tên hem jî herî baş ew giyana demê têdigihin.
Jin birêxistinbûna xwe li hember êrîşên ser çapemeniya azad bûn yek û li Ozgur Gundemê xwedî derketin. Destpêkê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û pişt re jî aktîvîstên KJA’yê li ajansên JINHA û DÎHA’yê dest bi “Nûçegihaniya dildar” kirin û li qadan nûçe şopandin.
Pergala desthilatiya mêran piştî Pirsûs, Amed û Enqerê niha jî êrîşî dawetan dikin. Tehemula wan li hemberî stranên kurdî yên di dawetan de tên gotin nemaye. Li ber dengê stranan gerandina govendê bi qasî tilîliyên jinan ayîdê kurdan e û xwediyê dîrokeke kevnare ye.
Bi komkujiyan ne dikarin binhişiya dîrokê tune bikin ne jî dikarin niha bi êrîşan asteng bikin. Ji ber ku dîroka kurdan ne di pirtûkxaneyan de ne ku  bişewitînin, di arşîva binhişê wan de veşartiye. Ji bo wê jî heya kurd hebin dê li ber dengê  stranan gerandina govendê û  tilîlî jî hebin.
Jin li her deverê bertekên li hember Komkujiya Dîlokê nîşan didin. Ev jî nîşan dide ku dema jin rêxistinkirî be hêz e, dema hêz be dengê xwe dide bihîstin û bi wê hîn zêdetir tevli pêvajoyê dibin. Tu celad û mêtinger nikarin ne stranên kurdî ne jî tilîliyên jinan kêm bikin, ji ber bi qasî reseniya kurdan kevnare û xwezayî ne.
Jinên kurd bi wan reseniyan û kevnareyan kok baş dane binê axê û li ser wê dîroka rêxistinbûna xwe avakirine. Ji bo wê jî rêxistina jinên kurd jî dê mayînde be û her dem kelemê çavê pergala serdestiyê be.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin