Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Tune hesibandina jin ê

Kadının Kaleminden
Tebax 23 / 2016


 

 
Gulgeş Deriyaspî
 
Li dinyayê tişta herî zêde hatiye piştguh kirin, jin û karê jinê ye. Çi di nav civakê de, Çi di nav kar û barê wêjeyî de û çi di şer û siyasetê de, jinan gelek barên giran hildane ser pişta xwe; mixabin dema em bixwazin der barê wan de lêkolînekê çêbikin, rastî gelek tengasî û zehmetiyan tên. Ji ber ku di derbarê dîroka jinan de gelek kêmasî hene, gihîştina armancan jî pirr zehmet dibe. Sedem jî ev e ku dîrok piranî ji aliyê zilam ve hatiye nivîsîn û wan jî dîrok li gorî jiyan û nêrînên xwe nivîsandin e. Ger di rastiyê de heqê dîrokê û jinê bihata dayîn, wê demê vê dîroka nêr nebûya û tenê dê qala şerên mêran û xebatên wan nehata kirin.
 
Dema kesek ji fezayê were vê dinyayê û bixwaze derbarê vê dinyayê de tiştekî hîn bibe,(ji bo vê jî teqez paşeroja dinyayê jî muhîm e) dê li dîroka vê dinyayê ya nivîskî binêre û  wisa bizanibe ku di vê dinyayê de tenê cûreyek zayendê heye û bi serê xwe ye. Ev di hemû qadên jiyanê de xwe dide nîşandayîn. Di qadên wêje, zanist, felsefe, derûnî û hwd.
 
Dîrok li ku dest pê dike? Rola jinê a di nav civakê de çawan diyar bûye? Mêr çima ewqas serdest bûye? Dema ku rola zayendan hatiye kifşkirin kî/ê di civatê de hazir bûye, mijarên nîqaşê ne. Helbet li ser vê mijarê gelek îdia hatine pêşxistin, gelek çîrok hatine gotin, lê em hîna jî rastê wê lijneya ku tu rolek nedabe jinê, nehatine.
 
Jin her tim wek olamek ji bermahiyên mêran, an jî berdestikek ku ji xwe re jê sûd wergirtiye ku dîsa bi wî awayî di kuncên dîrokê de wek e evdalokek, kesa di kuncê xanî yan jî li ber derî, cih girtiye.
 
Di gelek nivîs û gotaran de jî hema bêje qet qala jinên helbestvan, fîlozof, zanyar û hwd. jî nehatiye kirin. Yên ku qala wan kirine jî bê dil, bi du peyvan gotina xwe a di derbarê wan de qedandin e. Bê goman gelek caran dîroka xwe bixwe nivîsine. Jinên ku xebitîne û ked dane bi awayekî nivîskî navê xwe li ser rûpelên dîrokê nivîsandin e. Pirsgirêk li vir xwe dide nîşan; jin helbest nivîsîne, rêbertiya civatan kirine, civak birêve birine, di nav şeran de rolên girîng hildane ser milên xwe, lê lêkolînerên ku li ser dîrokê vekolîn çêkirine, piraniya wan qala jinê nekirine û keda jinê ji nedîtî hatine. Ne mimkune ku rastê jinê nehatibin, ked û xebata wan nedîtibin. Çawa li ser tablet, kevir û postan nivîsên ku ji aliyê mêran ve hatine nivîsîn diyar e, dîrok û keda bi sedsalan a jinê jî ewçend diyarker e. Helbestên Baba Tahirê Uryanî jî di nav pirtûka ‘Serencamê’ de ne, yên Fatîma Lorî jî lê Fatîma Lorî ji aliyê gelek kesan ve nayê nasîn. Wek Fatîma Lorî gelek jinên din jî yên wek Celale Xanim, Rihan Xanim, Lîza Xanim û hwd. di serdema goraniyan de stran û helbest nivîsandin e. Lê em di pirtûkên lêkolîneran de pirr kêm rastê wan tên û di hin pirtûkan de jî qet qala wan jinan nehatiye kirin; yek ji van jî Zeynelabidîn Zinar e.
 
Em dikarin bi taybetî û hêsanî pirtûkên klasîk ku ji aliyê zilaman ve hatine nivîsîn û dîsa ji aliyê zilaman ve hatine wergerandin û nû kirin, di gelek pirtûkxaneyan de bibînin. Lê bi taybetî dema em li navek helbestvana jin bigerin dê bidestxistina pirtûka ji bo me gelek zehmet be.
 
Ev pirsgirêk di wêjeya gelek civakan de xwe dide der û hema bêje li her derê wek kelemekê derdikeve pêşberê me. Di lêkolîneke herî biçûk de jî em ê bibînin ku di serdema osmaniyan de jî gelek jinan nivîsandine û xebatên xwe diyarî wêjeya gelê xwe kirine. Lêbelê heta ku bi taybetî em li wan negerin, dîtina wan wek Fuzulî, Nef’î, Baqî, Namik Kemal, Ehmet Haşîm, Tevfîk Fîkret hêsan nîn e. Em bixwazin jî nexwazin jî di dibistanan de bi van navan ew tên nasîn, lê yên jinan: ‘Mîhrî Xatun’, ‘Anî Xatun’, ‘ Leyla Hanim’, ‘ Zafer Hanim’ û hwd. veşartî mane.
 
Rewşa jinê a di nav felsefeyê de jî naguhere û dîsan keda jinê ji aliyê zîhniyeta zilam we tune tê hesibandin û ji nedîtî tê. Mirov dikare bibêje ku jinên fîlozof karîne roleke girîng bileyzin û gelek pirsgirekên zanistî yên fezayê jî çareser bikin. Sedem ew e ku navê wan li gelek cihan û bi taybetî jî di pirtûkên perwerdehiyê de nayê derbas kirin û dîtin. Sokrates ji aliyê her însanekê ve tê nasîn, Platon (Eflatun) dîsa wisan, lê em nav û xebatên Hypatiya ya ji Îskenderiyeyê ku li ser zanistê xebitî û ji aliyê xiristiyanan ve hate kuştin, pirr kêm dibînin û dibihîsin. Aspasîaya ku mamosteya Sokrates bû ji xwe di pirtûkan de em rastê nayên û naxwînin.
 
Di dîroka şer û siyasî de jî rewş naguhere. Û dîrok bi ji nedîtî hatina keda jinê a bê hempa tê nivîsîn. Ger em tenê mînakan ji civata Kurdan bidin vê têra xwe bi me bide fêmkirin ka keda jinê çiqas ji nedîtî hatiye. Li ser ‘Kawayê Hesinkar’, ‘Rustemê Zal’, ‘Silhedînê Eyûbî’, ‘Bedirxaniyan’, ‘Dr. Nurî Dersîmî’, ‘Şêx Seîd’, ‘Seyîd Riza’ û hwd gelek nivîs, gotar, hatine gotin û pirtûk hatine weşandin, çîrok hatine vegotin. Lê di der barê ‘Hanzade Sultan’, ‘Perîxan Xatun’, ‘Meyan Xatun’, ‘Adîle Xanim’, ‘Besê’, ‘Zerîfe’ û hwd. de pirr kêm nivîs hatine nivîsîn û di rojame a îro de pirr kêm belgeyên nivîskî ku qala wan kiribe, hene.
 
Dîroka jinan bi dîroka mirovahiyê ve destpê dike û heya roja îro dirêj dibe. Karên ku jinan kirine ne kêmê karê zilaman in,  lê mixabin di nav dîrokê de ji ber zîhniyeta zilam a nêr karê jinê têk çûye û ji nedîtî hatiye. Ez bawer im bi kar û xebatên jinan vê hem kedên dîrokî û hem jî vê keda ku niha tê dayîn, di asteke payebilind de di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe bigire.
 
Ji sita http://www.newayajin.com/ hatiye girtin