Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Nazenîna çiyayê Metîna

Kadının Kaleminden
Tebax 23 / 2016


 

Deniz Firat
 
Ji bo xeyal kirina hin tiştan, divê pirr ne hêsan be. Ji ber ku tevahî tiştên ku tu jiyan dikî, bi demê re tevlî raboriyê dibe, mîna dîmenên rengên xwe winda kirî. Di hin deman de jî reng jê diçin û tenê di hizirandinan de hûnandinên reş û spî dimînin. Belê ev e, îro tişta ku ez jiyan dikim! Ji van tevan cûdatir di hizrên min de dîmenên reş û spî ku te reng da wan… Dibe ku ez bi hizrandin û xeyalkirina bi te re, wan rengan didim jiyandin. Ji ber ku tevahî bîranînên min ê xweş bi te re hatin derbaskirin. Di demê xwe yê herî zor û zehmet de jî ez bi hebûna te dihesiyam. Min di tenêbûna xwe de hesin diavêt û di xewa hêviyê de bi te re diketim rê.
Stêrkan dihejmêrim di tenêtiya te de
 
Biçûka min, min ew qas bîriya te kiriye ku ez nikarim vê hesta ku jiyan dikim bi tu peyvê bi lêv bikim. Ez ji te re dibêjim biçûka min, ji ber ku tu biçûka min bûyî. A niha mîna ku me berê dikir, di bin stêrkan de min xwe dirêj kiriye… Ew lêvên te yên nazenîn û ew gotinên te yên awarte û xweş ên ku ji lêvên te diherîkin, ezê tu caran ji bîr nebim û baş tê bîra min dema dengê te di guhê min de olan dida û digot: “Zerya, ez ewqas ji te hez dikim ku tu dikarî di vê şevê de bibî hevala min û rêhevaltiya min bikî.” Di dilê xwe de her şev di wê keştiya ku em tu caran lê siwar nebûn û di xeyalên me de mayî, di şînahiya zeryan de bi te re em dibûn heval. Tu nikarî behrekî bigirî nava akvaryûmekê, ger tu bigrî jî wê kêm bimînî. Ne pêlên wê ne jî ew leylanên bê emsal û bîranînên wê tu yê bikaribî di nav de bi cih bikî. Ger ez jî bi qasî zeryan ji te hez bikim, bixwazibim bidim jiyandin jî dîsan mîna akvaryûmê  kêm bimînim.
 
‘Pênûs min kêm dihêle’
 
Belê biçûka min, her tim hinek tişt kêm dimînin. Belê! Tu tişt mîna jiyankirinê, rast nabe. Te dema carekê ew jiyan kir, tu careke din nikarî bijî. Ez di dilê xwe de kêm dimînim; wate dîtin ji bo tiştên ku li benda nivîsînê ne çiqas zehmet dibe. Dema ku ez pênûsê digirim destê xwe, ez bê navber dibêjim qey ezê rûpelên spî fetih bikim, lê tiştên di hizra min de pênûsa xayîn bilêv nake. Pênûs min kêm dihêle. Her ku ez dest didimê, parçeyek ji kena li ser lêvên te diherike ser lênûsa min; carnan ji bo nivîsandina hin tiştan mîna wênevanekî hizrandin pêwîst e. Ji ber ku her firçeya ku tu lê didî, wê bîranîneke veşartî derbixe holê. Ji bo vê di her rêzikek a dirêj de, rastiya te derdikeve holê, lê mirov dizane ku di hin cihan de kêm maye û nekariye te biresimîne. Ji ber ku vegotin ew qas ne hêsan e.
 
‘Xeyal an diresimînim li ser wechê xwe’
 
Min dixwest bi vê pênûsa di nava tiliyên min de bi perûş tê û diçe, xeyalên te yanî te nîgar bikim. Lê ez wer bawerim ku ezê nekarim rastiya te vebêjim. Tu tişt bi qasî ku mirov nekare kesekê vebêje xirap nîne. Lê li şûna kêfxweşiya nerastiyê jiyan bikim, êşa rastiyê ezê hilbijêrim. Tevî ku ez vê rastiyê jî dizanim, dîsa jî her şev ez van çiyayên bilind û bi heybet ên Metîna temaşe dikim û te bibîrtînim. Bawer bike, ez carnan xeyal dikim ku tu ji wê derê bi coş tê xwar. Ez neçar mam ku tunebûna te bipejirînim, lê tu tunebî jî ez te di dil û hizrê xwe de didim jiyan kirin. Ez çi bikim dema ku dem mirovan dike mahkûmê vê yekê. Biçûka min, me kirasê ligor te li te nekir! Di rastiyê de tu vê dawiyê mezin bibûyî, geş bibûyî. Lê min gotibû, tu biçûka minî û ji bo min tu yê hertim wiha biçûk bimînî. Gelo ji ber ku em nikarin te vebêjin, tu ji me aciz dibî an na?
 
‘Rastiya keçeke biçûk’
 
Ji beriya salan min fîlmek temaşe kiribû ku navê wê fîlmê, ‘Eynika Bejnê’ bû. Fîlm, rastiya keçeke biçûk vedigot. Sakîne di nav gola Wanê a ku bi rengê şîn dinêrî de ji dayîk bibû. Di qontara çiyayê Zagrosan de  jiyan nas kir, jiyanê jî ew… Û çiyayên 
 
Metîna ev mezin kiribû, çîroka xweşikbûna wê vedigot. Ligor gotin û baweriyan; keçeke pirr sipehî û bedew bûye. Xweşikî û bedewiya wê destana li ser zimanan bû. Ew nêrgiz û sûlav, ew dîmenên nayên gotin ên ku Metîna bedew dikirin. Di nava wan bedewiyan de, Sakîne jî rengeke cûda bû. Mirovan dema dest bi behs kirina bedewî û delaliya wê dikirin, qet dawî li çîrokê nedihat. Lê, wê di vê bedewiyê de qisûr didît. Ji ber ku wek yên ji derve de ew didîtin, xwe nedidît. Carnan mereq dikir û di eynikê de li xwe temaşe dikir. Lê di eynikê de jî xwe baş nedidît û nedikarî dîmenên xwe bixe yek. Ji bo vê tenê xeyaleke wê hebû, ew jî di eynika bejnê de, bi cilên gerîlla xwe dîtin bû.
 
‘Ez dixwazim weke perperîkan bifirim’
 
Hevalên te yên ku xwestibûn vê xeyala te bi cih bînin, hebîn jî hemûyan baş dizanîn ku Sarya ev xeyal ji zû de pêk anîbû. Ji ber ku wê xweşikî û bedewiya xwe di çavên hevalên ku ji wê hezdikin de dîtibû. Sarya ev baş dahûrandibû ku di van çiyan de, riya giyana xwe bi hezkirinê dîtibû. Bi wan re hîn zêdetir bedew bibû. Sarya, bi qasî ligor rastiyan tevdigerî, ewçend jî ji xeyalan hez dikir. Carna hin tiştê ku navê wan jî nedizanî di xeyalên xwe de dida jîn û diresîmand. Mînak, xwe weke reqisvanan(balerîn) didît û xeyal dikir; navê wê nedizanî, lê ji wan re digot, ‘keçên perperîk.’ Û gelek caran digot; ‘Ez dixwazim mîna wan keçikên perperîk bifirim.’ Dema te wisan digot ez bi te dikenîm. Ji ber ku tu di govendê de mîna dareke hişk disekinî û ger tu biba reqisvan wê çawa bisekiniyayî, pirr meraq dikim. A rast min nedikari te wiha li ber çavên xwe zindî bikim. Lê li ser bejna te tu gotin nedihat gotin. Ew rûyê te yê nazenîn ku mirov ji  temaşekirina wê têr nedibû. Ez bawerim ew keçên perperik ên ku te xeyal dikirin, wê li beranberê te bêbask bimana. Ax, Tu dizanî ku dilê min bi hesreta te çiqas tije bûye! Ger ez vebêjim, xilas nabe…
 
‘Em bîrîkirinên bêdeng diqêrin’
 
 
Biçûka min, hest tenê bi bîrîkirin, hezkirinê nayên vegotin, carnan bi şêwazên cûda jî têne bilêvkirin. Ev dibe ku pevçûn, nesekinîn û delalî bîn. Mîna niha ku em bîrîkirinên xwe bêdeng tînin ziman. Em bîrîkirinên xwe bêdeng diqêrin. Sarya bi her kesê/î re dost bû. Ez hîn jî şaş dimînîm ku ew dilê te yê biçûk, çawa li ber wan giraniya xwe girt.
Ez îro strana ku dibêje; ‘ birîndar kirim xerîbiyê’ guhdar dikim û her çiqasî ezezî be jî ez ji te re dibêjîm gula min neçe û min nehêle. Bewer bike biçûka min, dema min tu ji dest dayî, tiştê min jiyankirî ez nikarim vebêjim. Bi qasî jiyanê mirin jî li te hat bîçûka min! Bê ku ez bixwazim carna ez dihizirim û dilê min teng dibe. Gelo ev windahiyek ango hevdîtinek e? Gelo, mîna ez niha bi te dihesim, tu jî bi min dihesî? Me çiqas êşa hevaltiyê jiyan kir. Êşa me ji temenê me zêdetir e. Ew agirê ku te bi dilê min xistiye navemire û nabe xwelî. Her ku çûyînek çêdibe, em pê diêşin. Lê heyf mixabin! Êşa havalên ciwan hîn bi şewetir e. Tê gotin ku êş mirovan mezin dike, êşên me em zû mezin kirin. Welê mezin kirin di vî emrê kurt de, tiştên ku hizr û aqilên mirovan jê nagire me derbaskirin û pê jiyana xwe dagirt.
 
‘Çîroka nergêz an’
 
Sarya min, tu çîroka nergizê dizanî? Kulîlka ku evîndarê xwe pirr bedew û nazenîne, lê li cihê ku herî zêde dest nagihinê ji xwe re cih vediqetîne. Ew her dem ya ku mirov nagihinê ji xwe re hildibêjêre. Bedew e, nazenîn e. Lê heyf mixabin mirov hertim li cihê ku nagihinê, rehê xwe berdide. A sosret jî ev e. Ji bo xwegihandina wê, dibe ku mirov mirinê jî bide ber çavê xwe, evîna herî xweş a ku bi zehmet e. Ger tu hez ji jiyana ku li ser baskê perperikê ye dikî, ya ku li ba dibe, yanî hez ji temaşekirina vê bikî jî tu xwediyê jiyaneke rabûn û ketinê û xwediyê temaşekirina asoya bûyî. Dawiya her tiştî heye, dibe ku dawî li vê jî were. Dema ji te qutbûnê hat biçûka min bi xatirê te!
 
Ji sita http://www.newayajin.com/ hatiye girtin