Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Li Hesekê êrîş li dijî gelan e

Kadının Kaleminden
Tebax 22 / 2016


 

 
HENÎFE HISÊN
 
Hesekê bajarê biratiya gelan e, bajarekî mozaîk e bi hemû pêkhateyên xwe. Tevahiya civaka Sûriyê ya dewlemend di bajarê Hesekê de dikarê bê dîtin. Ev pirrengiya vî bajarî di vê pêvajoya şoreşa Sûriyê de malovaniya projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê dikir û hîn jî dike. Bi rikeke mezin ketiye pêşbirka demokrasiyê ku bibe nimûne li tevahî Sûriyê. Ji ber baweriya wê bi jiyana hevbeş û biratiya gelan heye, her ku diçe ev proje heyatî dibe. Dema ev proje pêk were ji milekî ve statuya Kurdan misoger dibe, ji milê din ve jî modela çareseriya pirsgirêkên li tevahiya Sûriyê û Rojhilata Navîn. 
 
Îro di kesayeta şerê li Hesekê de, dixwazin vê projeyê têk bibin. Hêzên li herêmê û hêzên cîhanî yên ku temsîla plana statukoparêz û projeya Rojhilata Navîn a mezin dikin. Hêzên cîhanî ku dixwazin herêmê dîzayn bikin, hemû hewldana wan ew e ku bi awayekî pragmatîk hemû hêzên heyî bixin xizmeta planên xwe û bikşînin ser xeta xwe. Ev dewletên herêmê ku dagirkerên Kurdistanê ne, faktorên statukoparêziyê ne. Êdî dawiya desthilatdariya xwe dibînin û ji serketinên Kurdan û gelên herêmê pirr aciz in. Ji bo wê heta ji destê wan tê xwe didin bikaranîn. 
 
Gelên bakurê Sûriyê di nava van salên şoreşê de mohra xwe li bin serketinên mezin xistin. Mînaka wê ya dawîn jî rizgarkirina Minbicê bû. Bêguman Minbicê gelek formul guhertin, yek ji kelehên DAÎŞ’ê bû, hat fetihkirin. Gelên li Minbicê û bi taybet jinên Minbicê hatin rizgarkirin, êdî rizgarkirina herêmên Bab, Cerablûs û herêmên Şehba ket rojevê. Ji bo wê, hemû hêzên herêmê careke din tevî hemû dijminantiya di navbera wan de jî careke din li ser tunekirina Kurdan û destketiyên wan hatin cem hev û xwestin vê berxwedanê asteng bikin. Ev êrişa li ser Hesekê bi temamî di encama lihevkirina dewletên Îran, Tirkiyê û Sûrî de hatiye kirin. 
 
Hêzên koalisyonê û Rûsya jî ji vê êrişê re bêdeng mane, yanî çavên xwe lê girtine, ji ber ku ev li hesabên wan jî tê. Niha mirov dikare planên wan bixwînê, mîna ku çawa di hemû pêvajoya şoreşê de Tirkiyeyê xwest şerê xwe yê bi PKK´ê re li Rojava bike. Lê Kobanê ev plan pûç kir, niha jî Îran dixwazê hevkarên xwe çêke û şerê xwe çawa heta niha li tevahiya Sûriyê kir, niha jî dixwaze li Rojava bike. Dîsa rejîma BAAS´ê ku li ber avê diçe destê xwe davêje mar, ji bo desthilatdariya xwe bidomîne, bi aqilê Îranê careke din bi Tirkiyeyê re li hev kir. Jixwe, daxuyaniya berdevkê artêşa wan ya doh tam bi zimanê Tirkan bû. Ji bo Tirkiye nehêle hêzên me navbera Cerablûs û  Ezaz vekin, bi DAÎŞ’ê re li hevdû kiriye û wan herêman radestî çeteyên girêdayî xwe dike. Koalîsyon jî çavên xwe li vê yekê digire, cîhan jî tev bê deng e. Li hemû bajarên Sûriyê balafir lêdidin, her kes qiyametê radike, lê dema mijar Şêxmeqsûd û Rojava be her kes kerr, kor û lal e.
 
Koalîsyona ku di hemû astan de hevkariya hêzên me dike û bi hev re îmze avêtin bin serketinên mezin, niha bê deng e. Ji ber ku Tirkiyeyê bixin bin kontrola xwe, dixwazin bi dirêjahiya sînorê Cerablûs û Ezazê 15 km fireh radestî çeteyên AKP’ê bikin. Ji ber ku ew jî naxwazin statuya me bê misogerkirin, dixwazin me weke leşkerên xwe bi kar bînin. 
 
Lê em jî ji van hemû hêzan re dibêjin, Kurd ne Kurdên sedsala 20’an in, Kurd îro pêşengiya şoreşa Sûrî û Rojhilata Navîn dikin. Herêm wê li ser destê Kurdan demokratîk bibe. Rojava û bi taybetî Hesekê dibe model, ji bo wê jî hemû hêzên herêmê har bûne. Dîsa bila dewleta Sûrî ya xayîn ku di her firsendê de xedir li Kurdan dike zanibe ku piştî wan balafir rakirin ser gelên me, êdî têkoşîna me ket qonaxeke nû. Wê Kurd vê yekê ji bîr nekin û qebûl nekin. Serketin jî wê ya gelê me be.
 
Ji malpera http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php hatiye girtin