Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Zarokê di tevgera heqîqetê de

Kadının Kaleminden
Tebax 22 / 2016


 

 
Zehra Tunç
 
Bi teqandina guleya yekem re li wargehên Botanê, dema ku bi wê re ronahî ji lutkeyên Zagrosan xwe berdide nav dergûşa mirovahiyê te çavên xwe li jiyanê vekir. Dema ku Şirnex, Cizîra Botan, Nisêbîn wekî pêlên zeriyayê li hev diketin û bi pêşengiya Bêrîvanan serî rakirîn, tu zarokê li gorî giyanê demê bûyî.
 
Ji xwe ji tevgerên te diyarbû ku tu zarokê dema berxwedanê bûyî. Ji ber ku tu zarokek nedişibiya zarokan bûyî, wekî ku tu mezinbûbe û careke din biçukbûyî wiha bûn tevgerên te. Bapîrê Ehmed jî ji bo ku te wekî zarokek cuda, wêrek, cesaret û serbilind mezin bike, hemû demê xwe dida te. Hîn tu gelek biçuk bûyî bapîrê te Ehmed çavên xwe li jiyanê girt; lê birastî jî Bapîrê Ehmed wekî ku xeyal dikir tu mezinbûyî.
 
Di çend salên zaroktiyê de te jiyanek wekî destanan jiya. Wekî helbestek bêdawî li ser lêvên hevalên xwe hîna tu digerî. Dema ku qala Aslanê biçuk dikin êdî diyare, ji bo wê kes na pirse ew kiye. Ew berjeng te ji temenê biçuk û hişê fireh girtiye. Ji ber wê bû tu nedişibiya zarokan û temenê xwe yê biçuk. Te di nav lênûskên hevalên xwe yên dozê de bi gotinên pesindayîn û mucîzeyî cihgirt.
 
Ligel bapîrê Ehmed tu Cembelî bûyî, navê destanek kurdewariyê li te kir û tu li gorî wê mezin dibûyî. Ligel rêhevalên xwe yên têkoşînê jî tu Aslanê biçuk bûyî, ji ber sekna te ji temenê te mezintirbû. Te di 15 salên temenê xwe de gelek bîranînên mayînde, gelek çîrokên serketinê û girêdanên hevaltiyê komkir, hem li pey xwe hêla, hem jî bi xwe re tevli heqîqetê kir.
 
Zarokê bargiranê dilmezin çend salên zarokatiya me bi hev re derbasbû, wekî hemû yên bi te re hevaltî kirî bîranînên zarokatiya me di arşîva binhişê min de her dem zindî ne û nayên jibîrkirin. Her ku ev roja 15’ê Tebaxê nêz dibe hemû li ber çavên min re diçin û tên. Lê dema ku ji bo nivîsê destê xwe didim pênûsê wekî destê min bilerizin, hişê min di sekine û gotinên li gorî te nabînim. Ez ligel hemû qerisandina hiş û tiliyên xwe jî hewldidim tiştekî binivîsim.
 
Di meha tebaxê de te berê xwe da wargehên azad, nav refên tevgera azadiyê û di meha tebaxê de tevli heqîqeta bêdawî bûyî. Hem jî di 15’ê Tebaxê de roja ku te bi giyana wê çavên xwe vekirî, bi tîna agirê wê re mezin bûyî û bi jîndarî tevli bêdawiyê bûyî. Tu bi tebaxê re bûyî yek, hem jî bi 15’ê Tebaxê re…
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin