Zinet kevneşopiya lihîfên hirî didomîne

09:39

WAN –Zinet Banat kevneşopiya balgîn, lihîf û doşekên hirî berdewam dike û bi hatina zivistanê re dest bi dirûtina lihîfan kir.

Çêkirina lihîfên hirî ya bi destê jinan tê çêkirin, bi hatina zivistanê re dest bi çêkirina wan hat kirin. Hema hema li hemû malan nivînên hirî tên dîtin. Hiriya ji pez tê girtin, piştî tê paqijkirin û şûştin, ji bo gelek alavan tê bikaranîn. Nivîn, gore, bêrik û çente tên çêkirin. Jina bi navê Zînet Babat ya 45 salî ku li Wanê dijî ev demek dirêje lihîfan çêdike. Zînetê diyar kir ku hiriyê li ber çem dişo û piştre li ber tîrêjên rojê ziwa dike û radike. Zînetê wiha berdewam kir: “Em ji bo çêkirina nivînan, bêrik, çente û goreyan bikartînin. Berê ji bendê ku ji hiriyê dihat girtin, îşlik jî dihat çêkirin.”

‘Ji ber ku dîroke’

Zînetê bi lêv kir ku jinên Kurd ji berê de bi kar û barê hiriyê re mijûl bûne û ev tişt anîn ziman: “Min ev kar ji temenê biçûk de fêr kiriye. Dema biçûk bûm li gund hemû jinan hîn dikir. Min jî hîn kir û niha ez nîşanê zarokên xwe didim. Ji ber ku ev dîrokek, kevneşopiyeke.”

‘Jiyana rehet bê tenduriste’

Zînetê diyar kir ku nivînên ji elyaf û pirça qazan tên çêkirin gelek bi zirarin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Niha hemû jin elyaf bikar tînin. Lê qet ne başe. Ne germin jî hênikin. Ji ber mirovan xwîdanî dikin, nexweşiyê çêdike. Lê hirî havînê hênik, zivistanê jî germ dike. Ev tişt baldar nayên girtin. Her tişt bûye ceyran û naylon. Têkildarî berê de ti tiştek nehiştin. Teknolojiyê her tişt qedand.”

‘Çêkirin zehmete lê dema çêdikim kêfxweş dibim’

Zînetê bi lêv kir ku keda destan parçeyek dîroka Kurdane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Serhad ji ber herêma zozanane sare. Em li vir ji bilî lihîfên hirî tiştekî bikarnaynin. Dema em dawetên zarokên xwe çêdikin jî ji wan re çêdikin. Em ji bo zarokên xwe yên kûr zêdetir çêdikin. Ji bo mîvanan taybet tê çêkirin. Çêkirina wan gelek zehmete.”