Karkera kaxizên bermayîn Hatun: Ez dixwazim jin xurt bin

09:13


ENQERE- Hatun Yilmaz ev 10 sale karkeriya kaxizên bermayîn dike. Hatunê diyar kir ku ji bo birçî nemîne vî karî dike û ji bo 25’ê Mijdarê wiha bang li jinan dike: “Ez dixwazim jin xurt bin. Bila vala nemînin. Heta ji destê wan tê bila hêza xwe nîşan bidin.”

Li Tirkiyeyê yên herî zêde rastî mêtîngeriyê tên jinin. Hatun Yilmaz ya li Enqereyê karkeriya kaxizên bermayîn dike di bin şert û mercên zehmet de kaxiz û plastîkan berhev dike. Sibehan zû radibe û kolan bi kolan digere kaxizan berhev dike. Hatun wek kedkarên din karekî bi ewle dixwaze.

‘Ji bo birçî nemînim vî karî dikim’

Hatûnê bi lêv kir ku beşeke mezin a jiyana xwe bi karê paqijiyê derbas kiriye û got piştî teqawît bûye karkeriya berhevkirina kaxizê dike. Hatun nêzî 10 salane vî karî dike û heta derengiya şevê li kolanane. Hatun tevî hemû astengiyan ji bo birçî nemîne vî karî dike.

Hatunê da zanîn ku pîşeyek din nefikiriye û li du keç û zarokên xwe dinêre. Hatun ji bo 25’ê Mijdarê bang li jinan dike û dibêje bila vala nemînin û her tim xurt bin, têbikoşin. Hatunê bi lêv kir ku tevî hemû astengiyan kolanan terk nake.