Semîhaya bi Ozgur Gundemê jiyana xwe ya nû ava kir

10:08

JINHA

ÎZMÎR-Semîha ji aliyê mêrê ku pê re hat zewicandin rastî şîdetê hat û li dijî vê dest ji hevjînê xwe berda û jiyanek nû da destpêkirin. Semîha belavkariya rojnameya Ozgur Gundemê dike û têkoşîna jinê jî hîn dike.

Semîha Adiguzel ya li Îzmîrê belavkiriya rojnameyê dike li dijî jiyana ku li wê hat ferzkirin xebat tercih kir û dibe belavkar. Malbata Semîhayê dema ew 5 salî bûye ji Agiriyê koçî Îzmîrê dike. Di 15 saliya wê de didin zewicandin û di 17 saliya xwe de zarokê tîne dinê. Semîha 7 salan rastî şîdeta hevjînê xwe tê û li dijî vê pêngavek bi cesaret davêje. Semîha di 2014’an de dest bi xebatên çapemeniya azad dike û dibe belavkar.

‘Divê jin bêdeng nemînin’

Semîhayê wiha berdewam kir: “Ez di 17 saliya xwe de bûm dayik. Gelek jinên wek min hene. Divê jin li dijî tiştên dijîn bêdeng nemînin. Piştî min dest ji hevjînê xwe berda malbata min jî ez nexwestim. Min biryar da ku ez tenê li ser piyên xwe bisekinim. Bi berxwedana Kobanê re min dest bi xebatan kir. Bixwebawerbûna min zêde bû. min li dijî zextên mêr berxwe da. Min têkoşîn qezenc kir. Ji ber vê divê mirov bêdeng nemînin. Jinên Şengal, Rojava û Cizîrê bandorek mezin li ser min kirin.”