Dengbêj Çîle bi klaman jiya, dixwaze bi klaman bimre

09:05

Hîkmet Tunç/JINHA

WAN-Dengbêj Çîle Pekedîş ku êş û kêfxweşiyên xwe bi klamana vegot 65 sal li pey xwe hişt û diyar kir ku ew dixwaze bi klaman bimre.

Dengbêjiya ku di çanda Kurdan de cîhekî girîng digire bi pêşengiya jinan tê berdewam kirin. Çîle Pekedîş ya 95 salî ku li taxa Çîçeklî ya Artemîta Wanê dijî ji biçûkatiya xwe de klam striyaye û êş û kêfxweşiyên xwe bi klaman vegotiye. Çîle got bi salan berê ji Îranê koçî Kurdistanê kiriye û li vir jî çanda koçberiyê jiyane. Çîleyê da zanîn ji ber vê yekê jî jiyanek komunal esas girtine.

Sohbet dibûn mijara klaman

Çîle di berdewamiya axaftina xwe tîne ziman ku jiyana komunal ji bo wan gelek girînge û got di jiyana zozanan de jinan hemû karê xwe bi hevkarî dikir û wiha pê de çû: “Jinan ligel karên xwe yên rojane bi nebatan derman çêdikirin. Nasnameyek rêzdar a jinê hebû. Ji ber vê mêran mudaxaleyê jinan nedikir. Li zozanan her jinek dengbêjek bû. Jinan bi klaman karê xwe dikirin. Em bi jinan re dihatin cem hev. Me sohbetên xwe bi klaman rengîntir dikin.”

Çîleyê daxuyandin ku ji bo klam bê gotin deng û hîskirin pêwiste û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jiyanê berpirsyariyên mezin dane ser jinê. Jin sibehan zû radibûn kar dikirin û diçûn bêriyê. Şîrê dianîn dikirin mast, penîr. Piştre diçûn ser erd. Me bi hev re karê xwe dikir. Di bin germayê de me kar dikir. Her tim destpêkê min dest bi klaman dikir. Piştre yek din berdewam dikir.

Berê me di şînên xwe de jî klam û lorîn digotin. Me li pişt miriyan bi rojan bi klman şîna xwe digirt. Me cilên reş li xwe dikirin. Jinek pîr li ser jiyana kesê mirî klam digot. Ev bi rojan berdewam dikir.”

Çîle tevî temenê xwe yê 95’î li ser piyan e û anî ziman ku ew bi klaman hatine dinê û dixwaze bi klaman bimre.

(hu)