Li hember buhabûna kirayên avahiyan welatî di konan de dijîn

09:05

JINHA

MÊRDÎN- Li Nisêbînê piştî qedexeyê derketinê avahî tev hatin hilweşandin û bi vê yekê re xaniyên bi kirê bûha bûne. Sacîde Engîn diyar kir ku ji ber kirêya xaniyan bûha bûne ew nikarin xanî bigrin ji ber vê di konan de dijîn û wiha got: “Ji ber xizaniyê em di konan de dijîn. Di konan de jiyîn ji bo zarokan ne başe lê em neçarin.”

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 14’ê adarê de qedexeyê derketinê hat îlankirin û dewlet gel neçarî derketinê kir. Hilweşandina taxan ya ku ji meha hezîranê ve destpêkiriye hîna berdewam dike. Welatiyên Nisêbînê yên ku piştî qedexeyê vegerîn navçeyê rastî buhabûna kireyên avahiyan hatin. Malbatên ku nikarin pereyên kireyên xaniyan pêşwazî bikin di jêrzemînan û konan de dijîn. Sacîde Engîn û malbata wê ya ku li gundê Gundik ya Nisêbînê di konek de dijîn, yek ji malbatên ku piştî qedexeyê xaniyên wan hatiye hilweşandine. Sacîdeyê diyar kir ku ew tevî pitika xwe ya du mehî di konan de dijî û got ku bi hatina werza zivistanê re ew ê pirsgirêkên tenduristiyê xwe bide der. Secîdeyê anî ziman ku ji ber pereyê wan tuneye ew nikarin xanî kirê bikin û wiha domand: “Ji ber xizaniyê em di konan de dijîn. Pere tuneye em xanî kirê bikin.”

Sacîdeyê bi lêv kir ku ji ber kireyên xaniyan gelek hatine buha kirin ew nikarin xanî li Nisêbînê bigrin û wiha pêde çû: “Nêzî salek zewicîme û zarokek min ya du mehî heye. Em werza havînê li cihên cuda dixebitin. Berî qedexeyê em di xaniyek bi kire de dijiyan. Ji ber şer em neçar man ji navçeyê deren. Piştî qedexe rabû em hatin Nisêbînê. Me dît ku kireyên xaniyan tev buhabûne. Me nekari em xanî bigrin. Hin xanî buhabûna kire wê bûne hezar tl. Ji ber vê ev 4 heyve em di konan de dijîn.”

‘Di konan de jiyîn zehmete û pirsgirêkên tenduristiyê derdixîne’

Secîdeyê da zanîn ku şert û mercên jiyanê ya di konan de zehmete û wiha dirêjî da gotina xwe: “Li nêzî kona ku em lê dijîn çemek biçûk diherike. Ev av qirêje û zerarê dide tenduristiya me. Di konan de jiyîn zehmete û pirsgirêkên tenduristiyê derdixîne holê. Serjşoyê me tuneye û her wiha tuvaletê me jî li derveye. Havînê ji germahiyê em nikarin bisekinin. Elektrik her dem tuneye. Em nikarin herin bajarên din jî niha di van şertan de bixebitin. Li Nisêbînê em nava aramiyê de dijiyan, li vir sebra me nayê.”

(kom/rc)