Jagodayê Polonyayî kurdî hînê zarok û hewira xwe dike

09:04

JINHA

AMED – Jagoda ya ku ji Polonyayê hatiye Amedê û dijî hem mirovên hewira xwe hem jî zarokên xwe hînê kurdî dike.

Jagoda ya ku ji Polonyayê ye berî 7 salan zewicî û li Amedê bi cih bû û her wiha hînê kurdî bû. Jagodayê ku ji ziman û çanda kurdewarî gelek hezdike, li kreşa Zarokîstanê bi aweyek dildar dixebite. Jagodayê ku Şîndar û Mîrhat hînê ziman kurdî dike diyar kir ku, divê her kes bi zimanê kurdî bipeyve.

'Malbata min ya li Polonyayê ji zarokên min hînê kurdî dibin’

Jagodayê bi lêv kir ku ew li gund maye û di nava salek de baş hînê ziman bûye û wiha pêde çû: “Zarokên min ligel min bi zimanê kurdî tenê dipeyivin. Dema em diçin Polonyayê jî zarok li gel dapîra xwe bi zimanê Polonyayî dipeyvin. Wiha malbata min ya li Polonyayê ji zarokên min jî hînê zimanê kurdî dibin.”

(md-ma/rc)