Bi hatina zivistanê kadeyên bi kakil cihê xwe taştê girtin

09:02

JINHA

WAN- Jinên kurdan çanda xwe li her derê berdewam dikin. Kedeyên bi destê jinan tên çêkirin, taştên hemû malan de cihê xwe digire.

Di navçeyê Şaxa Wanê jinên navçeyê tên cem hev û kedayên bi kakilên gûzên şaxê çêdikin. Kadeyên jin çêdikin mehên havînê ji ber germê nayên xwarin. Ji ber vê jî jin bêhtir di mehên zivistanê de li hev kom dibin û kade çêdikin. Di mehên zivistanê de li ser hemû sifreyên taştê yên vê navçeyê hene. Jina bi navê Dîlber Bahadir diyarkir ku tehma kadeyên wan cudaye û ew ji êvarî de xercê kadeyên xwe bi gûzên şaxê amade dikin û serê sibehê heya êvarî ligel jinan kadeyan çêdikin."
Dîlber Bahadir behsa çêkirina kadeyên ku çêdike kir û wiha got: "Em pêşiyê xarcê kadeyên xwe çêdikin û anî ziman. Xercê me bi rûn û ard çêdibe. Dema ku ew çêbû wê demê em kakilên gûzên xwe amade dikin û dixin nav arxava xwe. Tehma arxava me bi kakilan xweştir dibe. Em arxava xwe amade dikin. Piştî wê em serê sibehê radibin û dest bi çêkirina hevîrê xwe dikin. Em hevirê xwe jî bi ard, av, şîr, rûn û haveyn çêdikin. Heya hevîrê me amade dibe wê demê em dest bi geş kirina tendûra xwe dikin. Dema tendûr geş bû hevîr amade bû em jin hemû kom dibin û dest bi çêkirina kadeyên xwe dikin."

'Em hemû jin bi hev re kadeyan çêdikin'

Jina bi navê Dîlber jî li ser çanda gundan axivî û wiha got: " Berê her tim me jinan kadeyên xwe çêdikirin. Em jin hemû komdibûn. Ji taştêyên me kade kêm nedibûn. Lê em ji gundê xwe derketin û hatin nava navçeyê. Kesek li derdora me nema. Piştî ku dem der bas bû em jin dîsa kombûn û me çanda xwe berdewam kir. Ev kadeyên em çêdikin di firinan de jî tên çêdikin lê ne wek kadeyên di tendûran de tên çêkirin."

'Zivistanê kadeyên me xilas nabin'

Jina bi navê dîlber jî li ser taybetiyên kadeyên xwe wiha got: " Em kadeyên xwe cuda çêdikin. Em çêkirina kadeyan ji dayikên xwe hîn bû. Em jî çanda dayikên xwe berdewam dikin. Rojên me nediyar in. Em mehên zivistanêde her tim kadeyên xwe çêdikin. Em heya êvarî ligel jinan kom dibin hem sohbeta xwe dikin û hem jî kade çêdikin. "

(hk/mk)