jin di her şert û mercê de afrinere

09:01

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TMEIR-Jinên xweliqkar ji bo pêdiviyên malbatê, ji her tişteke xwezayê sûdeke cuda digrin û bi her awayî ji bo jiyanê hêsan bikin tiştek nû diafirinin.

Jin ku di her şert û mercî de bi xweliqkariya xwe çareseriyê diafirînin, di rewşa ambargoya li ser herêmê, herwiha guhertina demsalê jî, çareyên nû ji bo hêsankirina jiyanê dibînin. Li gundê Hemya ya Til Temir a Kantona Cizîrê, ji ber ava çemê Xabûrê kêm bûye û ambargoya li ser herêmê jî buhayê mazotê giran kiriye, çandiniya pembû kêm hat kirin. Lewre qirşên ji bo sotemeniyê jî kêm in, lê jinên gund bêçare nemane û ji peyînê heywanan, pêdiviyên xwe yên sotemeniyê pêk tînin.

Ji ber tenê rojên Îniyê firina li gund tê vêxistin, jin ji bo pêdiviyên malbatê, di tenûrê de nan dipêjin. Du xwîşkên bi navên Delal û Xezal Elî yên ciwan, bi hev re dibin alîkar ji bo ku peyîn kom bikin. Delal û Xezalê gotin ku ew wiha dixwazin ji dayika xwe re bibin alîkar û diyar kirin ku ew ji tiştên ku bi keda destên mirovan tê bidest xistin, hez dikin.

Delal û Xezal dane zanîn ku ew her rojê demeke xwe ji bo vî karî vediqetînin, li cihê ku sewalan diçêrin, peyîn kom dikin û pê re jî tepikan çêdikin. Delalê diyar kir ku nanê di tenûrê de tameke wê ya pir xweş heye û kêfxweş e ku keda wê jî ji bo vê xweşikiyê çêdibe. Ew ji dayika xwe fêr bûye ku ji her rewşê re çare bibîne.

(en/rc)