Gûzên Şaxê çavkaniya debarê ne

09:14

Hatîce Kaya/JINHA

WAN- Gundên Şaxa Wanê wek bajarên gûzan tên zanîn. Aboriya navçeyê bi saya firotina gûzan pêş ve diçe. Gûz piranî ji bo bajarên cûda tên firotin.

Gundên Arih, Kaçît, Kakan, Bêrxo û Kumêranê yên Şaxa Wanê wek bajarên gûzan tên zanîn. Ev gûnd li ser sînorên Perwariyê û Payîzavayê yê ne. Dema ku meha Îlonê hat ji wê demê heya niha dest bi berhevkirina gûzan tê kirin. Giraniya gûzan di navbera 18 û 25 graman de ye. Gûzên Şaxê ji hela proteîn, rûn û karbonhîdratan ve dewlemend in û ji ber wê jî welatî eleqeyek mezin nîşanî gûzên Şaxê dikin. Tenekeya gûzan bi 100 ye û kîloyan wan jî di navbera 15-20 lîrayan de tê firotin.

'Gûzên me wek zêran e'

Jinên ku guzan kom dikin Rewşan Moho got ku, nêzî mehekê ye wan li gundan dest bi berhevkirina gûzan kirine û got: "Gûzên Şaxê ji aliyê hemû kesan ve tên zanîn û eleqeyek mezin dibînin. Gûzên me wek zêr in.Ew meheke ku em jîn sere sibehê radibin û li bin darên gûzan heya êvarî gûzan kom dikin. Karê gûzan gelek zehmet e. Em heya êvarî 6-7 tenekeyên gûzan berhev dikin. Tenekeya gûzan îsal 100 lîraye û kîloya wan di navbera 15- 20 lîrayî de ye. Gelek kes jî wek diyarî gûzan dikirin û ji hevalên xwe re dişînin. Em û gelek kesên li gundan darên wan ên gûzan hene jî bi firoştina gûzan debara xwe dikin û zarokên xwe xweyî dikin."

'Gelek kes debara xwe bi gûzan dikin'

Jina bi navê Xezal Şîpal jî diyarkir ku, ew çend sal e li Stênbolê dijî û wiha dewam kir: " Ez ji ber darên gûzan ji meha Tebaxê ve têm Şaxê. Gûzên me gelek xweş in. Em gûzên xwe kom dikin û difiroşin. Li Şaxê teqez hemû kes darên wan ên gûzan hene. Welatiyên navenda Şaxê û gundên wê debara xwe piranî bi firotina gûzan dikin. Kakilên gûzên me gelek xweş in. Gûzên gundên me tên komkirin û bi tiran ji bo firotinê ji başarên din re tên şandin."

(mk)