Ezîzeya ku biçûk hatî zewicandin bi şoreşê re jiyana wê guherî

09:08

Roza Hiso/JINHA

AMÛDÊ - Ezîze Ehmed di temenê biçûk de bi zorê tê zewicandin, xebatê giran kiriye û rastî şîdetê hatiye. Bi şoreşa Rojava re hem jiyana Ezîzeyê hat guhertin, hem jî pirsgirêkên derûnî ya ku dijiya derbas kir. Ezîzeya ku niha li Amûdê cihê xwe di nava Asayîşa Jinê de digre, banga tevlîbûna hêzên parastina cewherî li tevahî jinan kir.

Ezîze Ehmed (30) di temenek biçûk de bi zorê tê zewicandin û ji aliyê hevjînê xwe ve her dem rastî şîdetek demî tê. Bi pêk hatina şoreşa Rojava re Ezîze tevlî hêzên Asayîşa Jinê ya bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê dibe. Ezîzeya ku ji Kobanê ye wiha qala serpêhatiya jiyana xwe dike: "Mêrek temenê wî mezin hatibû xwişka min bixwaze. Lê ji ber kurê apê min bû asteng û ew ligel xwişka min zewicî. Ez wê demê 15 salîbûm. Ji ber xwişka min nebû min bi zorê dan wî mêrî."

'Jiyana min tevlîhev bû'

Ezîzeyê diyar kir ku ew du meh destgirtî bû û wiha domand: "Du meh borî, zilam hat ku min bibe mala xwe, lê di rêde qeza çêbû û ew bi giranî birîndar bû. Ew birin nexweşxaneyê û nîvmirî xilas bû. Ez ketim hewşa malê, min dît bi şûna dawetê şîn heye. Rewşa hevjînê min qet ne baş bû. Wî felç derbas kiribû. Heya 18 rojan malbata min hatin serdana min, rumxî ku min ji wan re behsa vê rewşê jî kir guhdarê min nekirin. Jiyana min ya nexweş destpêkir."

Ezîzeyê da zanîn ku piştî mehek ser zewaca wan re derbasbibû ew li nava zevî û baxçeyan de karê giran kiriye û wiha pêde çû: "Piştî ez vedigerîm malê jî tev karê malê li ser min bû. Her cara ku ez diçûm mala bavê xwe, ji ber min nema tehmûl dikir, alîkarî bi min nedikirin. Paşê min jî biryar da ku ez nema hewara xwe bigihînim wan."

'Bi şoreşê re jiyana min hat guhertin'

Ezîzeyê destnîşan kir ku ji ber rewşa giran ya ku jiyaye, nexweşiyên derûnî pêre çêbûye û wiha pêl da gotina xwe: "Min kedeke pir mezin dida, lê hertim ez rastê zext û zilmê dihatim. Vê yekê jî ez diêşandim. Wiha jî di min de nexweşiyên derûnî çêbû ku paşê jî nexweşiyên fîzîkî jî destpêkir. Ez ji bo parastina xwe û rizgarî ji wê jiyana di bin desthilatdariyê de, tevlî Asayişa Jinê bûm. Li gor nêrîna min divê her jinek ji bo mafê xwe biparêze tevlî xebatên parastinê bibe. Jiyana min bi şoreşê re guherî."

'Ji ber tevlîbûna Asaîşa Jinê kêfxweşim'

Piştî ku Ezîzeyê di nav Hêzên Asayişa Jinê ya li bajarê Amûdê de xebat kir, di aliyê derûnî de jî pirsgirêkên wê çareser bû û vê yekê li ser nexweşiyên wê yên fîzîkî jî bandor dike. Ezîzeyê herî dawî jî got "Ez pir kêfxweşim ku niha di xebatên Asayişê de cih digirim. Ez spasiya hevalên Asayişê jî dikim ku pir ji min re bûne alîkar. Bi piştevaniya wan pirsgirêkên min yên derûnî û fîzîkî jî çareser bûn."

(en/rc)