Jinên gundê Tiwêna xaniyên xwe bi xwe lêdikin

09:11

Ebîr Ehmed-Lava Sîrac/JINHA

HESEKÊ- Jinên ereb yên li gundê Tiwêna dijîn, bi hêz û keda xwe ya mezin, bêy ku alîkarî ji mêran dexwaz bikin, xaniyan bi destê xwe avadikin.

Bi nêzhatina demsala zivistanê re jin li her qadê jiyanê, ji bo pêdiviyên xwe yê jiyanî pêşwazî bikin dest bi amedekariyên xwe kirine. Jin ne tenê amedekariya xwarinê dikin di heman demê de karê siwaq, avakirin û tamîreta malan jî dikin. Jinên ereb yên gundê Tiwêna ya girêdayî bajarê Heseka Kantona Cizîrê dijîn bêy ku xwe muhtacê mêran bikin, berpirsyariya jiyanê tev hildane ser milên xwe û xaniyên xwe bi xwa avadikin û pêdiviyên jiyanê pêşwazî dikin. Jinên ku baweriya wan bi hevzayenda xwe jî xurte diyar kir ku, ew bi aweyek kolektîf xebatê didin meşandin û xwe muhtacê mêran nakin.

'Ji heriyê ez dîwarê malê siwaq dikim'

Selwa El Elî ku dayika 3'ê zarokane mala xwe bi destên xwe çêdike. Selwayê hemû karê lêkirina odeya malê bixwe kiriye, herwiha ji bo zivistanê jî temîrata cihên xirabe yê malê dike. Selwayê anî ziman ku ew bi hêza xwe bawere û wiha got: "Ez mala xwe ava dikim bi tena xwe, bê ku ez karê xwe bispêrim mêran. Ji bo amadekariyên zivistanê min dest bi temîra malê kiriye. Ji heriyê ez dîwarê malê siwaq dikim. Keça cîrana me jî alîkariya min dike. Em ji karê ku dikin hêzê digrin."

Ew xebata xwe bi aweyek kolektîf pêk tînin

Xezal Ferhan jî diyar kir ku ew bi hatina demsala zivistanê dest bi tamîrata mala xwe kiriye û wiha axivî: "Ez pir ji kar û kevneşopiyên me yên berê hez dikim. Ev kar tev pîrika min fêrî min kirine. Niha min li ber deriyê malê qîr kiriye. Herwiha ez tenûrê jî çêdikim. Carna mazot kêm dibe û min tifikek jî çêkiriye ku li ser wê xwarinê çêdikim. Ez nan li tenûra ku min bixwe çêkiriye dipêjim." Xezalê bi lêv kir ku ew li gund her karekê bixwe çêdikin, ji hev re dibin alîkar û wiha jî karên xwe biser dixin. Ev jî hezkirina û baweriya wan bi xwe re û bi jinê re xurtir dike.

(en/rc)