Bi wî temenê xwe êzingan ji hev vediqetîne

09:09

JINHA

AMED - Li taxa Şilbêya Yenîşehira Amedê dayika gulê ligel temenê xwe yê mezin amadekariya zivistanê dike û êzingan kom dike.

Li taxa Şilbê ya Yenîşehîra Amedê ji bo amedekariya zivistanê komkirina êzingan hat destpêkirin. Dayika bi navê Hecî Gulê Kurt ya ku hem 65 salî ye û hem jî nexweş e, lê dîsa jî ji bo zivistanê pê xwe germ bike êzingan kom dike wiha got: "Buka min û tiyê min diçin ber devê çêm êzingan kom dikin û tînin malê ji bo ku em zivistanê xwe bi wan germ bikin. Buka min êzingan kom dike û ez jî êzingên ku kom dike ji hev vediqetînim. Em êzingên ku kom dikin ji bo vêxistina tenûrê, sobeyê û guçikan kom dikin."

Dayika gulê ya ku êzingan bi bûka xwe re kom dike diyar kir ku ew êzingên kom dikin ji bo ku cuda cuda bi kar bînin ji hev cuda dikin û ev tişt got: "Em êzingên xwe yên zirav ji bo tenûrê bi kar tînin û yên qalind jî ji bo kuçik û sobeyê bi kar tînin."

Her wiha dayika gulê destnîşan kir ku ew ne tenê êzingan kom dikin û got ku ew di heman demê de pîştî ku pembû kom dikin darên qirş û qlên pembû jî em ji bo tendurê bi kar tînin.

(ra/mk)