Gevez bi destên xwe yên şifa ji gelek nexweşiyan re dibe derman

09:03

Hîkmet Tunç - Nişmiye Guler/JINHA

WAN - Gevez Alaca ya 75 salî kul i taxa Çîçeklî ya Wanê dijî ev 30 sale bi nebatên xwezayî yên berhev dike ji birînên şewatê bigire heta pençeşêra memikan û gelek nexweşiyên din re dibe derman.

Gevez Alaca li taxa Çîçeklî ya Artemîta Wanê dijî. Ev 30 sale bi nebatên xwezayî yên berhev dike jig elek nexweşiyan re dibe derman. Gevez bi salane di saetên sibehê de diçe gîhayên bi şifa berhev dike. Gevezê behsa fêdeyên gîhayan kir û got: "Ez ji tolikê birînên şewatê derman dikim. Ez şurubê çêdikim ji vê gîhayî. Ji gîhayê zîlê kemerê kul i her bajarê Kurdistanê tê dîtin jî derman çêdike. Gevezê da zanîn ku ji gîhayê Gezing jî ji b oba (romatîzmayê) derman çêdike.

Gevezê diyar kir ku gîhayê berhev dike tîne malê û got beşek ji van nebatan hişk dike û beşekê jî dikelîne û dike şurub.

'Bêçaretiyê alternatîf b imin da afirandin'

Gevezê wiha got:" Ev 30 sale ez vî karî dikim. Min dê û pîra xwe ev hîn kir. Ez gelek mereq dikim. Li Serhedê zivistanê nexweşane tinebûn. Ji ber vê min alternatîf afirandin. Berê berf bihata rê dihatin girtin. Pere tinebû em biçin doktor. Zivistanê zarok pir ji ber sobeyan dişewitîn. Zarokên min jî xwe dişewitandin. Ez ji xwe bi xwezayê re bûm. Min tiştên ji dayik û pîra xwe hîn kir, min jî doman. Min bi nebatan derman çêkirin."

'Min pêşî zarokên xwe derman kir'

Gevezê çêkirina dermanan jî wiha got: "Ez hinekan hişk dikim û dikim wek tozê. Ez hinekan di rûn de sor dikim û piştre dixim avê û didim sekinandin. Piştî hinek sekinî ez ava wê dikim şûşeyan. Min destpêkê birînên şewatê yên zarokên xwe derman kir. Piştre yên cînaran. Ev rêbaz gelek baş bû."

Nexweşiyên jin û zarokan deman dike

Gevezê got nexweşên wê zêdetir jin û zarokin û got: "Zarokên nû tên dinê pirsgirêkên wan yên germa laş û qebzê heye. An jî ji ber tirsê laşê wan germ dibe. Ji bo vê jî min derman çêkir. Min pîra xwe hîn kiribû. dîsa ji bo jinên nexweşên pençeşêra memikan jî derman heye. Ez destpêkê kîst dibînim û piştre bi nebatên min amadekarî derman dikim. Bi vî awayî kîst tine dibe."

Gevezê destnîşan kir ku çend nexweşên wên ku qet ji bîr nake hene û got nexweşên çûne nexweşxaneyê û bê çare mane jî derman kiriye.

Gevezê anî zimain ku tiştên ku dizane jî bi jinên ciwan re parve dike ku piştî wê ew jî bidomînin û got ew dixwaze ev wisa berdewam bike.

Gulbahar Alaca ku ew jî dixwaze tecrubeyên GevezÊ hîn bike wiha got: "Xwesûya min heta niha gelek nexweş derman kirine. ev bi pereyan nekir. Ez jî ligel wê mezin bûm. Tecrubeyên xwe b imin re parve dike. Dema nexweşek bê xwesuya min ne li malê me ez dermanan amade dikim û didim wan. Ez Êdî hemû nebatan nas dikim û dizanim kîjan ji kîjan nexweşiyê re dibe. Ez bagn li jinan dikim. Ev ne tiştekî zehmete.dikarin bi hêsanî li malên xwe çêbikin."

(dc/hu)