Li çiyayê Şengalê jin dest bi çêkirina tenûrê kirin

09:14

Xensê Xidir/ JINHA

ŞENGAL - Jinên êzidî yên ku li çiyayê Şengalê dest bi înşayê jiyanê kirine û ji bo zivistanê tendûrê çêdikin.

Çêkirina tendûran li hember teknolojiya pêşveçûyî bi sedsalane bi keda jinan berdewam dikin. Jinên êzidî yên ku ji qirkirina çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne, li çiyayê Şengalê jiyanê bi kedên xwe avadikin û ji bo amedekariya zivistanek bi aram dest bi çêkirina tendûran kirin.Koçer Êzidî ya ku bi destê xwe tendûran çêdike diyar kir ku tendûr ligel wan gelek pîroze.

Di baweriya êzidiyan de tendûr pîroze

Koçerê da zanîn ku ji bo çêkirina tendûrê ew axa hur tînin, bi avê dimînin û wiha got: "Piştre em heriya tendûrê distirin. Niha me 2 dorên tenûrê çêkirine, em ê li bendê sekinin hetanî hinekî li ber rojê hişik dibe. Tenûr binavê Sitiyaêse, ew jî xwedawendeka me ya êzidiyane. Tenûr bi xwe 7 dorin, niha me 2 dor çêkirne 5 mane. Pêwîste 7 dorbin, 6 dorên mezinin û ya dawiyê jî em jêre dibêjin(zolika derî) ew dibê ya 7 an. Hejmara 7 ligel êzidiyan gelek pîroze. Di baweriya me Êzidiyan de 7 melek hene. Di nav jiyanê de jî 7 rojên heftiyê ne. Ji ber vê yekê jî em 7 dorên tenûrê çêdikin. Piştî me çêkirina dorên tenûrê xilas kir, em li ber rojê dihêlin hetanî ku baş hişik dibe. Pişt re jî em li ser erdê cihê wê bi kevir û heriyê baş çêdikin û herî dikin. Dema ku hişik dibe em di hundurê wê de agir pê dixin, dema ku hundurê tenûrê spî bû em dest bi çêkirina nan dikin."

Jin hertim bi sebir kardike

Koçerê anî ziman ku tenûr ji ax, av, ka û keviran çêdibe û wiha domand: "Em bi avê axê dikin herî û kayê li nêv dikin û distirîn. Ji bo herî baş hev bigre em xê dikin nav heriyê. Her wiha mûyê bizinan jî li nav heriyê dikin da ku heriya me qayim bibê û ji hev qut nebê. Nêzîkî nîv saet ê em heriyê distirin hetanî baş çêdibe û dikeve nav hev. Piştra em destikên heriyê çêdikin, ligel me jêre tê gotin Tepûşk. Yanî ji bo siwaqa tendûrê em vê yekê amede dikin." Koçerê destnîşan kir ku di nava jiyanê de jin her dem bi sebrek mezin kedê avakirinê dide û got ku, barê jiyanê tev ser milên jinanin.

Rûkeniya zarokan

Koçerê di dawiyê de ev tişt got: "Zarok jî bi rûkeniyek û dil xweşiyek hertim li dora dayikên xwe komdibin û bi wan re destên xwe dixin nava heriyê. Bi rûkeniyek li benda çêkirina nan in. Zarok bi dayika xwe re zehmetiyan nasnake. Dema li ba wê be hertim bi hêviya serkeftinê û rûkene.

(rc)