Koçerên li bajêr pezê xwe li ser betonê diçêrin

09:04

JINHA

ÊLIH - Li Êlihê koçerên ku nikarin derkevin zozanan û pezê xwe li bajêr li ser betonê diçerînin gelek zehmetiyê dibinin.

Piştî ku dewleta tirk li Kurdistanê qadên çêrê li koçeran qedexe kirin, koçer ji neçarî sawalên xwe li ser betonê diçêrînin. Dewleta tirk ku di salên 90'î de polîtîkayên qirêj li Kurdistanê dan dest pêkirin ligel valakirina gundan derketina zozanan jî li gelê kurd qedexe kir. Koçerên ku debara xwe bi sewalkariyê dikin ji ber ku nikarin derkevin zozanan bêçare ne.

Koçerên ku li gelek deverên Êlihê dijîn ji ber tenê jî sewalkariyê fêm dikin û sewalkarî çavkaniya wan a debarê ye, kevneşopiya bav û kalanên xwe li bajêr berdewam dikin. Koçerên ku dev ji çanda xwe bernadin ji ber qadên çêrê tûne ne pêzê xwe li ser betona bajêr bi pelên darên baxçeyan didin çêrandin. Bivê yekê re koçerên ku pezên xwe li kolanên beton diçêrin gelek caran rastî nerazîbûna welatiyan jî tên û welatî destûrê nadin ku pezên xwe bidin çêrandin.

'Em pezên xwe li bajêr xwedî dikin'

Koçera bi navê Nefiye Koyuncû (60) ku debara xwe bi sewalkariyê dike bahsa zor û zexmetiyên dikevin pêşberî wan dike. Nefiyayê anî ziman ku heya dewletê qedexe neda destpêkirin bi malbata xwe re di çûn zozanan, bi dilşahî karên xwe yên koçeriyê didan meşandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dewletê 20-25 sal bere bihinceta em 'alîkariyê didin PKK'ê' derketina zozanan li me qedexe kir û destûr neda ku em carek din biçin. Lewra me pezê xwe li bajêr xwedî kir. Jî ber ku em ji bilî sawalkariyê jî tu karî fam nakin. Çavkaniya debariya me jî ev e. Em hem pezên xwe difiroşin hem jî ji berhemên wê sûdê digirin. Şîr, bast û penêrê em jê çêdikin difîroşin û xwe xwedî dikin."

'Welatî ji pezên me aciz dibin'

Nefiyayê destnîşan kir ku her çiqas dewlet qad li wan teng kirbê jî ew dev ji çanda xwe bernadin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Pezê me gelek e. Lê ji ber qada ku em lê bidin çêrandin tune ye, em wan kom bi kom derdixin derve. Bi pelên darên baxçeyên welatiyan didin çêrandin. Em gelek caran rastî hekaret û nerazîbûnên gel jî tên. Welatî destûrê nadin ku em pezê xwe di berderiyên wan re bibin. Dibêjin ku bêhn jê tê û ji behna wî aciz dibin. Lê tişta ku em bikin tune ye. An em ê pezê xwe wiha bidin çêrandin û debara xwe bikin, an jî em ê ji birçîna bimirin."

Nefiyayê got ku ji ber hemû der bajar e û beton e nikarin şîvantiyê bikin, gelek caran pez û wesayît li hev dikevin, pezê wan bela wela dib û jî ber wê jî zahmetiyan dikişînin.

(ho/mk)