'Ew jî dayikeke': Têkoşîna kurê xwe dewirgirt û tevlî HPJ'ê bû

09:08

Sozda Oremar/JINHA

EFRÎN- Dayika bi navê Hidayet Şewket li ser daxwaza kurê xwe Çiya Efrîn ya ku di nava refên YPG'ê jiyana xwe ji dest daye, tevlî Hêzên Parastina Jinê dibe û çeka kurê xwe hildide. Hidayetê diyar kir ku parastina ax erkê her kese.

Dayika şervanê YPG'ê Çiya Efrîn Hidayet Şewket ya ku ji gundê Qaxra navçeya Mabata ya Kantona Efrînê yê, di sala 2013'an de kurê wê jiyana xwe ji dest dide. Hîdayetê diyar kir, kurê wê Çiya berî ku jiyana xwe ji dest bide ji dayika xwe xwastiya ku tevlî xebatên şoreşê bibe. Dayika Çiya li ser vê daxwazê tevlî nava Hêzên Parastina Jinê (HPJ) dibe û çeka kurê xwe hildide. Hidayetê anî ziman ku, kurê wê dixwast ew di nava xebatên şoreşê de bibe xwedî rolek mezin û wiha got: "Kurê min şoreşger bû. Min jî xwesteka lawê xwe bi cih anî. Piştî hevalê Çiya şehîd bû, ez hatim Efrînê û min çeka wî rakir."

'Em neçarin xwe pêş bixin'

Hidayetê da zanîn ku, ew şûna rondikê çavan, hêza xwe bi rêxitn kiriye û ev tişt got: "Min dilê dijmin bi xwe şanekir. Heval Çiya di sala 2012'an li Helebê tevlî YPG'ê bû, 2'yê Mijdara 2013'an li Helebê Taxa Eşrefiyê tevlî karwanê nemiran bû. Dema gotinên lawê min hatin bîra min, xwesteka xwe pêşxistinê di min de zêde bû. Ji ber wê jî ez tevlî HPC-HPJ'ê bûm. Dikarim vê bêjim a rast em neçarin xwe pêşbixin. Ji ber pergalê heta niha jin biçûk xistiye û her bi vî çavî lê mêze kirine. Lê Rêberê me û rastiya şoreşa me, ev nêzikatiyên paşverû vala derxistin û jin bû pêşenga şoreşê."

'Jina perwerdekirî dikare civakê bi rêxistin bike'

Hidayetê destnîşan kir ku dayiktî nayê weteya rûniştina li malê ye û wiha domand: "Em dibêjin 'ax dayik e, dayik jî pîroz e'. Wê demê ya ji destê me tê em ê bikin. Roj roja xwedîkirina deskeftiyên şoreşê ye. Em li ser cangoriyên xwe şînê nagirin, em tola wan rakin û xeyalên wan bi cih bînin. Piştî ku min çekê lawê xwe hilda derbasî Akademiya HPC'ê dewreya Şehîd Sakîne Cansiz bûm. Min pêwîstiya xwe ya bi zanebûnê dît. Ev rastiyeke pir eşkereye ku jina zane dikare di rêya azadiyê de bimeşe û meydanê ji desthilatdar û dagirkeran re bixwîne. Ez weke dayik gelek kêfxweşim ku îro çeka kurê xwe yê şehîd radikim û di rêya wî de têkoşînê dimeşînim. Em dayik li ser paradîgmeya Rêber Apo xwe zane bikin û tişta ji me tê xwestin em ê bikin. Ji ber jina perwerdekirî dikare civakê bi rêxistin bike."

'Cih û war nayên berdan'

Dayê Hidayet her wiha bang li tevahî dayikan kir ku xwedî li têkoşîna şoreşê derên û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Banga min ji hemû dayikên şehîdan, dayikên şervanan heye ku werin li axa xwe. Me bihust bi bihustê vê axê bi xwîna zarokên xwe avdaye. Em ê çima biçin ser axa ku êrîşê zarokên me dikin, bêhurmetiyê li gelê me dikin bijîn. Cih û warê me yê jiyanê nayê berdan."

'Parastin erka herkese'

Hidayetê herî dawî jî bi lêv kir ku, erka parastinê ne tenê ser milên şervanan e û wiha axivî: "Erka parastinê tenê ji YPJ-YPG'ê û Hêzên Asayişa Gel nayê xwestin, erka me tevan e. Pêwîste her jinek jî xwe perwerde bike, zane bike. Di dawiyê de jî ez ji Efrînê heya greva Îmraliyê silav û hezkirinên xwe ji bo Rêber Apo dişînim û serkeftin dixwazim."

(en/rc)