Çoregên Paskalya û belavbûna wê ya di nava gel de…

09:04

Esra Aydin-Ceylan Eraslan/JINHA

MÊRDÎN - Çoregê Paskalya ku di Cejna Vejîn û Paskalyayê de di mutbexên Suryaniyan de tê pijirandin bîhna wan li hemû taxê belav dibe û vê carê jî Gulşah Aydinê ji bo gelê Nisêbînê pijirand. Gulşahê got xwestine xwe bigihînin gelê wir û ji bo wan tiştekî bikin.

Ji gelên cuda jin hatin cem hev û bi armanca piştevaniya jin û zarokên Nisêbînê çoregên Paskalya çêkirin û ji bo gelê Nisêbînê dixebitin. Li baxçeyê Mala Jinan a Çîçekê jin hemû tehma destê xwe tevlî hevîr dikin. Jinên Kurd, ereb, Suryanî, Ermenî teşeyên kevneşopî didin çoregan û di nava piştevaniyê de ne. çoreg li baxçeyê navendê tên pijirandin. Çorega paskalya bi erebî 'Kilîçe' bi kurdî jî 'kûlînçe' ye. ji jinên Suryanî Gulşah Aydin û Bermal Yerlî behsa çorega paskalya û piştevaniyê kirin.

'Em dixwazin vê çandê bidin berdewamkirin'

Gulşahê Cejna Vejînê û cejna Paskalya bi giştî salê du cejnan pîroz dikin û got: "Em van çoregên xwe di cejna paskalya de çêdikin. Gelek fêdeyên wê hene. Em di rojên normal de jî çêdikin. Gelek nebatan em dikinê. Her yek cuda cuda fêdeya wê heye. Zarok gelek jê hez dikin. ez li malê pir caran çêdikim. Bîhna çoregê cejnê bi mirovan dide hîskirin. Em li vir jî heman tiştî dikin. em dixwazin vê çandê bidin berdewamkirin."

'Ji bo zarokên Nisêbînê'

Gulşahê di berdeamiyê de destnîşan kir ku bi armanca pitşevaniya gelê Nisêbînê tevlî vê xebatê bûye û got ew gelek kêfxweşe. Gulşahê bi lêv kir ku ev çoreg bi taybet ji bo zarokên Nisêbînene û ji ber vê ew gelek gelek kêfxweş dibin.

Bermal Yerlî jî anî ziman ku ew çûye Nisêbînê û ew bajarê wêran bûye dîtiye û got: "Ez bi dildarî tevlî vê xebatê bûm. Min bê teredut qebûl kir. Ez ji bo projeyên wisa ji dil dixebitim. Divê em bi hev bawer bin. Divê newekhevî di navbera gelan de rabe."

(hu)