Gelê êzidî li çiyayê Şengalê amedekariya zivistana sêyem dikin

09:07

Xensê Xidir/JINHA

ŞENGAL- Zarokên êzidî yên ku ji qirkirina çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne, li çiyayê Şengalê di nav şert û mercên giran de dijîn. Cemîle Reşo diyar kir ku, ji ber ku derfetê wan kême hîna serjoyek ji bo zarokan nekarîne çêbikin û banga alîkariyê li rêxistina mafê mirovan kir.

Zarokên êzidî yên ku ji pença qirkirinê ya çeteyan tevî malbatên xwe rizgar bûne, li çiyayên Şengalê ji bo bijîn têdikoşin. Lê ji ber derfetên wan ya pêşwazîkirina pêdiviyên rojane kême, zehmetî dikêşin û li ber serma zivistanê serê wan li derve tên şûştin. Dayika bi navê Cemîla Reşo diyar kir ku, ji ber hîna serjoyê wan nîne ew serê zarokên xwe di teştê de li ber dîwaran dişon û wiha got: "Berî ku ferman êzidiyan pêk were, em li mala xwe bûn û tiştek me kêm nebû, lê niha ne wihaye. Evder çiyane em dinava tozê û sermayê de dijîn. Em serê zarokan di nava zehmetiyan de dişon, lê ji ber hewra me tev doze û zarok dilîzin ji xwere kedê me jî vala diçe. Kes alîkariya me jî nake. Hinek mal gelek zarokên wan hin in, lê serşoyeka wan tune ye ku serê zarokan têde bişon."

'Zarok ruhê berxwedanê ne'

Cemîleyê da zanîn ku bi hatina werza zivistanê re ew ê gelek zehmetî dikêşin û wiha domand: "Niha hewa başe em dikarin zarokên xwe li derve bişon, lê dema dinya sar bibe ew ê şûştina zarokan gelek bi zehmet bibe. Zarok pêşeroja civakê ne, em dixwazin wan bi awayekî baş mezin bikin, lê derfetên me kêmin. Em naxwazin zarokên me wekî ku me jiya ye bijîn. Zarokên ku di nava şert û mercên giran de dijîn, dema mezin dibin bandorek neyînî li ser tenduristî û mezinbûna wan dike. Lê ev zarokên me di nava berxwedaniyek ê de mezin dibin û bi hemu zehmetiyê rûbirû dimîn in. Ruhekî berxwedaniyê di van zarokan de hatiye ava kirin."

'Rewşa jiyanê ya herî giran xerîbiya axe'

Cemîleyê destnîşan kir ku, ligel her şert û mercên giran ji ber ew li ser axên xwe dijîn gelek kêfxweşin û wiha pêde çû: "Bila mirov ne li xerîbiyê be û û li ber mineta tu kesî nejî. Ev ne zehmete û bi xwesteka mirovan ve girêdaye. Rewşa jiyanê ya herî giran xerîbiya axe. Em hêvî dikin û bang alîkariyê li hemû rêxistinên mafê mirovan dikin. Armanc zarokên me di nava aramiyê de bijîn e."

(rc)