Çanda teşiyê li gundan bi keda jinan tê jiyîn

09:09

Hatîce Kaya/ JINHA

WAN- Li navçeya Şaxê ya Wanê li gundê Xûmarê çanda gundewar a tevn û teşiyê bi destê jinan tê jiyîn.

Li navçeya Şaxê ya Wanê li gundê Xûmarê çanda gundewar a tevn û teşiyê bi destê jinan tê jiyîn. Jina bi navê Niharî Orbek a 56 salî diyarkir ku, ew çanda tevn û teşiyê li gundê xwe berdewam dikin û diyar kir ku çanda teşiyê mirateya dê û pîrên wan e. Ji bo ku ev çanda wan neyê windakirin ligel jinên gund kom dibin û teşiya xwe dirîsin.

' Em li keda dayikên xwe xwedî derdikevin'

Dayika Niharî a bi salan e teşiyê dirîsê û çanda dayika xwe dide jiyandin wiha got: 40 sal e ez tevnê çêdikim û teşiyê dirêsim. Ez vî karê xwe jî dê û pîra xwe hîn bûme. Ez zarokatiya xwe heya niha li gund mezin bûme û me herdema çanda xwe daye jiyîn. Ji ber ku ez çanda dayika xwe berdewam dikim ez pir kefxweş im. Ev çanda me ji ber makîneyan tê jibîrkirin. Em keda dayikên xwe winda nakin. Em ji meha cotmehê de dest bi ristina teşîyê dikin û ji bo zivistanê goreyan çêdikin. Me jinan berê zêdetir çêdikir. Me xalîçeyên mala xwe, cilên zarokên xwe jî bi risê ku me bi teşiyê dirêsa çêdikir. Xaliçeyên ku me bi destê xwe çêkirine û 20 sal in em li malên xwe bi kar tînin hene. "

'Risê teşiyê baştire'

Niharî diyarkir ku rîsê teşiyê li gorî rîsên din baştir e û ev tişt got: " Rîsê em ji hiriya pez bi teşiyê dirêsin ji bo me baştir e. Rîsê din ji ber ku bi makîneya tê çêkirin em jinên li gundan tuarî wî rîsî bi kar naynin. Me berê ji rîsê ku dirêsa goreyên havîn û zivistanê jî çêdikirin. Lê niha em tenê ji bo zivistanê çêdikin. Piraniya goreyên ku em dirêsin em ji bo zarokên xwe yên şivan û gavan dirêsin. ji ber ku zivistan li gundên me dijwar derbas dibe. "

'Em ê xwedî li çanda xwe derbikevin'

Niharî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bereketan gundan heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Em şîr û qatixên xwe jî ajalên xwe digirin. Ji bo zivistana xwe jî hemû amadekiyên xwe jî ajalan digirin. Heya cil û bergên xwe jî em ji hiriya mîhan çêdikin. Me di nav bajêr de jiyana xwe berdewam kiriba hem dê çanda me hatiba winda kirin, hem jî me dê zor û zehmetî kişandiba. Ji ber wê em bi gundên xwe keyfxweş in. Em ê heya dawiyê xwedî li çanda dê û pîrên xwe derbikevin."

(hk/mk)