Têkoşîna jiyanê ya 3 jinên ji Dêrazorê reviyane...

09:07

Rûken Tuncel/JINHA

RIHA - Bedîa, Fatîma û Sabal ku ji zilma DAIŞ'ê reviyan û hatin Rihayê bi cih bûn têkoşîna jiyanê didin û gotin: "DAIŞ dijminê jinê ye. em ji destê wan xilas bûn. Lê emê li vir jî ji birçîna bimirin."

Bedîa Helel, Fatîma El Helel û Sabal El Helel, li gundê Salihiye ya bajarê Dêrazor a Sûriyê dijiyan û piştî ku du meh berê DAIŞ'ê êrîşê gundê wan kirin, bi xizmên xwe re reviyan û hatin Rihayê. 7 malbatên ku ji 37 nifûsî pêk dihat ji zilma DAIŞ'ê reviyan û niha li taxa Biçakçilar a navçeya Eyyubiye ya Rihayê têkoşîna jiyanê didin.

7 malbat li xaniyekî Ermeniyan ku ji 3 odeyan pêk tê dimînin. Kirêya ku didin jî 900 TL ye. Ji ber ji bilî zimanê Erebî ziman nizanin nekarin kar bibînin. Ev her sê jin dixwazin demildest vegerin ser xaka xwe û bang li kesên hestiyar dikin: "Em li ser xaka we mîvanin. Ne mayînde ne. nehêlin em li vir ji birçîna bimirin."

'Piştî DAIŞ hat em nekarîbûn derkevin kolanan'

Bedîayê diyar kir ku hevjîn û kurê wê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye qetilkirin û wiha got: "DAIŞ dijminê jinane. Piştî DAIŞ hat jin nekaribûn derkevin derve. Her derê jinê girtin. Em xistin çarşevan. Ji bilî reş, reng qedexe bûn. Em berê rehet bûn. Piştî DAIŞ hat em heps man."

'DAIŞ jinên ku ruyê wan vekirî bidîta dixistin girtîgehê'

Bedîayê diyar kir ku ger DAIŞ'ê jinek rûyê wê vekirî bidîta cezayê pere jê digirt û gelek jî dixistin girtîgehê. Bedîayê wiha berdewam kir: "Em li Dêrazor li gundekî biçûk dijiyan. DAIŞ'ê li navendê mirov dikuştin. Jin direvandin tecawiz dikirin. Ji ber vê kengî ketin gundê me em li rêya revê geriyan. Mehek şûnde em derketin."

'Hevjîn û kurê min kuştin'

Bedîayê çîroka xwe wiha berdewam kir: "Zirara me ji kesî re tinebû. Em ne li ti alî bûn. Hevjîn û kurê min xwe re karê xwe dikirin. Zirara wan ji kesî re tinebû. Şevekê hatin mala me kaxizek destê wan de bû û navê hevjîn û kurê min lê bû. beyî sedem birin. Me piştre hîn kir ku her du jî kuştine. Me cenazeyên wan negirtin. Em me cenaze bixwestana wê em hemû bikuştana."

'Her cureyê xwarinê yên ji Tirkiyeyê dihat qedexe bû'

Bedîayê bi lêv kir ku piştî DAIŞ hatiye qanûnên xwe ferzkirine û wiha pê de çû: "Ji xwarin û cil û bergan heta her tiştî qedexe kirin. kişandina cigarê, bikaranîna tabletên ava mirişkan, qedexe. Her cureyên xwarinên Tirkiyeyê qedexe bû. çûyîna dibistanê qedexe. Televîzyon, înternet, pirtûk, rojname qedexe. Cilên rengîn qedexe. Cilên li ser wêne hebûna qedexe bûn. Ceza dibirîn. Ger jin bi hevjînên xwe re derketibana ewa jî qedexe bû û dikirin hincet û dikuştin."

'DAIŞ'ê jiyana cehnemê da jiyîn'

Fatîma El Helel ku hevjînê wê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kuştin diyar kir ku DAIŞ'ê bi taybet zilm li jinan dikir û jin wek mirov nedidîtin. Fatîmayê wiha got: "DAIŞ jiyan li jinan kir cehnem. Ger em nereviyana wê teqez em bikuştina. Hevjînê min li ber çavê min birin. Min nekarî tiştek bikim. Hatin mala min hevjînê min birin. Ji ber me zekat nedabû. Ji bilî vê tiştek negotin. DAIŞ mirov wisa berhev dikirin û dibirin. Kesên dewlemend pere didan û xilas dibûn. Yên pereyên wan tinebûn dihatin girtin an kuştin."

'Em di xaniyekî 3 ode de 35 kes dijîn'

Sabah El Helel jî balkidikişîne ser jiyana li Rihayê û diyar kir ku wan canê xwe ji DAIŞ'ê xilas kiriye lê şert û mercên jiyana wan bi mirinê re wek heve û wiha got: "Me hinek pereyê xwe girt û em reviyan. Em bi xizmên xwe yanî 7 malbatî re hatin vir. Em di xaniyekî 3 ode de 35 kes dijîn. Pereyê kêm maye biqede. Em ji kesî alîkariyê nagirin. Kes alîkariyê nade."

'Zarokên me ji ber şertan pêş nakevin'

Sabalê bi lêv kirku serî li Midûriyeta Îdareya Koçberiyê dane û got: "Lê nasname nedan me. Her carê me dişînin malê. Bi hincetan nadin me. Zarokên meyên biçûk hene. Nexweşin. Lê em nekarin bibin cihekî. Ji ber şert û mercan mezin nabin. Her tim nexweşin. Zarokekî sê salî wek yek salî tê dîtin. Li taxê bazar tê avakirin. Piştî her tişt tê rakirin em diçin çopê berhev dikin tînin didin zarokên xwe. Em nekarin şîr ji zarokên xwe re bikirin. Carna em dikirin, wê jî avê tevlî dikin. bebekên me hemûyanhene. Di van şert û mercan de dimînin. Betaniyên met inene. Ji ber zarok servekirî radizên.Em dixwazin alîkariyê bidin me."

'Bila şer bi dawî be'

Sabalê got yekane daxwazan wan eve ku şer bi dawî be û demildest vegerin ser xaka xwe û got ew naxwazin ne li vir bimînin û ne jî biçin Ewropayê.

(tm/hu)