Jin li gundan amadekariya zîvistanê dikin

09:07

Hulya Okalîn- Dilbîrin Turgut/JINHA

MÊRDÎN -Jinên gundê Batêra yên navçeya Kerboranê ku di sala 1994'an de ji gundê xwe koçber bûn piştî 19 salan vegeriyan gundê xwe. Jinen ku vegeriyan gundên xwe niha ji xwezayê sûdê digirin û amadekariya zîvistanê dikin.

Dewleta tirk di salên 1990'î de li Kurdistanê bi politikaya şerê qirêj êrîşî gelê kurd kir. Dewletê xwest ku bi darê zorê gundiyan bike cerdevan. Gundiyên ku daxwaza dewletê bi cih neanin rastî îşkence û êrîşên giran hatin. Gundî ji ber êrîşan necar man ku ji cih û warê xwe koç bikin.

Gundê Batêra navçeya Kerbarona Mêrdînê jî yek ji wan gundên ku hatin valakirin û şewîtandin e. Gundê Batêrê xwedî dîrokek e û erda wê ji aliyê hilberînê ve gelek dewlemend e. Dewletê di sala 1994'an de zordarî ser gundiyên vî gundî kir ku bibin cerdevan. Lê şeniyên gund ji bo nebin cerdevan warên xwe terk kirin û koçî bajarên Mêrdîn û Êlihê kirin. Gundiyên koçber bi destpêka pêvajoya çareseriyê ya di di 21'ê Adara 2013'an de ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, bi dilşadî carek din vegeriyan ser axa xwe. Gundiyên hatin gund mal û xaniyên xwe yên ku ji aliyê leşkeran ve hatibûn şewîtandin û hilweşandin nû kirin û di wan de bi cih bûn.

Jin li gund amedekariyên zîvistanê dikin

Jinên ku bi salan ji warê xwe yên xwezayî dur hatin xistin bi destpêka biharê re ji bo zîvistanê amedekariyê dikin. Jin ji serê sibê de radibin û dest bi kar û xebatên bostan û rezan dikin. Jinên ku tiriyên xwe ji nav rêz ber hev dikin bi awayê komunal bastîq, helîl,benî, dîms û hwd çêdikin. Her wiha ji xwezayê jî gelek nebatan ji çiya û çoldaran kom dikin û ji bo zivîstanê amade dikin. Jinên ku bi dilşadî vegeriyan warê xwe keyfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku xweza parçeyek ji jiyana wan e.

'Bajar qet ne xweş in'

Zekiye Turgut ya ku piştî 19 salan vegeriya gundê xwe hest û serpêhatiyên xwe bi van hevokan anîn ziman: "Me berî bi 19 salan ji ber zilm û zordariyê ji gundê xwe koç kir. Piştî ku em hatin hemû xaniyên me hatibûn xirakirin. Lê me careke din avakirin û bi cih bûn. Dewletê di wê demê de gelek zilm li me kir. Li gelek xizmên me îşeknce hatin kirin û gelek ji wan jî hêj di girtîgehan de ne. Em bi salan li bajarên qirêj man. Bajar qet ne xweş in. Dema ku em hatin gund wek em ji nû ve hatibin ser rûyê cihanê, ew qas em keyfxweş û dilşad bûn."

'Em ji vegera gund gelek keyfxweş in'

Jina bi navê Meryem Ekîncî jî wiha axivî: Em bi salan ji gundê xwe dûr ketin. Em di nav jiyana beton de hatin fetîsandin û me tu tam ji jiayana xwe nekir. Dema ku gotin gundî dikarin careke din biçin gundên xwe em qet nesekînin û hatin gund. Gund ji bo me gelek xweş e. " Meryem daxuyand ku hilberînên ji xwezayê kom dikin, amade dikin, zîvistanan difîroşin û debara xwe bi wan dikin.

'Em naxwazin careke din ji gundên xwe dur bikevin'

Sultan Ekîncî ya ku li ser sîtila bastîqê rûnîştî jî got ku dema tên gund wekî ku xwe di nav bihûştê de hîs dikin. Sultanê anî ziman ku ji bo wan jiyana gund gelek bi qedir û qiymet e û lewra ew naxwazin carekdin ji warên xwe dur bikevin.

(mk)