Du jinên çîroja jiyan wan wek hev: Rahîme û Xezal

09:05

JINHA

WAN - Rahîme û Xezal li Mukusa Wanê dijîn. Temenê wan 70'ê derbas kiriye. çîroka wan bi gotina 'Ez zarok bûm hatin zewicandin' destpê dike. Dixwazin dersa ji çîroka wan dertê bi nifşê nû re parve bikin.

Çîroka Rahîme Kaçak (78) û Xezal Keser (75) ku li Mukusa Wanê dijîn dişibin hev. Rahîme destpêkê diaxive û diyar dike ku ew di 14 saliya xwe de ji aliyê malbatê ve hatiye zewicandin.

Rahîmeyê wiha got: "Dema ez xwestim biçûk bûm. Ez bi zorê bi xizmê min re zewicandim. Ez li hêstirê kirim û anîm mala lê dijîm. Roja ez birim di rê de min hîn kir ku xwesûya min miriye. Ez ji ber vê birim malek din. Hefteyek şûnde ez birim mala min. Min ti tişt nedizanî. Min kar û bar, lênerîna zarokan hêdî hêdî hîn kir.

'Ez bi zarokên xwe re mezin bûm'

Rahîmeyê bi lêv kir ku ew bi zarokên xwe re mezin bûye û got: "Berê lampeyên gazê hebûn. Me li ber wan lampeyan ji zarokan re çîrok digot. Niha her kes telefonan bikar tîne. Jiyan bûye telefon û televîzyon. Teknolojiyê mirov tiral kirine. Ez gelek bêriya jiyana gund dikim. Berê jiyan zehmet bû lê huzur hebû. Em diçûn zozanan. L3e niha em nekarin biçin. Em aştî û huzurê dixwazin."

'Kes êdî çîrokan guhdar nake'

Xezal Keserê jî got ew di temenê biçûk de hatiye zewicandin û wiha got: "Min ev pêkanînên jiyan li zarokên xwe neda jiyandin. Heta temenê wan yên mezin min destur neda. Bi pêşketinan re têkiliyên mirovan tine bûne. Zarokên me êdî çîrokan guhdar nakin. Ez biçûk bûm hatim zewicandin. Bi zarokên xwe re mezin bûm."

(db/hu)