Mevlîde li bende roja vegera Sûrê ye

09:05

Medîne Mamedoglu/JINHA

AMED -Mevlîde Yilmaz ya sala borî di meha qanûnê de bi berxwedana dest pê kir neçar ma mala xwe derkeve , mala xwe ya li taxa ku qedexe lê hîna berdewam dike, dişopîne û roja vegera xwe ya Sûrê dipê.

Berxwedana dîrokîya Sûrê ku 103 rojan berdewam kir, di hişan de şop hişt. Mevlîde Yilmaz ya sala borî ji ber qedexeya li Sûrê ji mala xwe ya li taxa Savaşê derket hîna jî nekare biçe mala xwe. Her roj diçe taxa Alîpaşayê ser avahiyên bilind û mala xwe ya ku hilweşîn nêz dibe dişopîne.

Mevlîdeyê mala xwe nÎşan da û got: "Ev der, mala ku kepçe li pişte mala mine. Bi mehane ez hilweşînê temaşe dikim. Min dizanî wê dor bê mala min. Îro mala min saxleme lê sibê ez bêm wê ne liwir be."

Mevlîdeyê bîranînên xwe yên li Sûrê wiha vegot: "Ew êşa ciwanan, ew rûyê wan çawa tê jibîrkirin. Bi hezaran sal jî debas be nayê jibîrkirin. Ez niha malên tên hilweşandin dinêrim. Xwezî ew ciwan hemû sax bûna, bila ev mal yek tinebûna. "

Mevlîdeyê bi lêv kir ku ji bo soza xwe ya da ciwanên li Sûrê bîne cih dipê ku vegere mala xwe.

(hu)