Pîrebokên Hatayê atolyeyên xweparastinê didin destpêkirin

09:03

Medîne Mamedoglu/JINHA

HATAY – Pîrebokên Kampusê lig elek bajaran atolyeyê xweparastinê dan destpêkirin û îsal jî li Hatayê dikin jiyanê. Armanca pîrebokan eve ku li dijî pergala serdest ya mêr jiyanê xilas bikin û gotin: “Parastina cewherî ne tenê li dijî şîdeta mêr xweparastine. Avakirina tevahî jiyanê ye.”

Jinên Zanîngehê li dijî pirsgirêkên jin li kolanê, kampus, yurd û her cihê pê re rû tên bi navê pîrebokên kampusê lig elek bajaran atolyeyên xwe parastinê ava kirin.

Pîrebokên Kampusê ji avabûna xwe heta niha lig elek bajaran ji bo parastina cewherî atolye vekirin û li Hatayê jî ketin nava tevgerê. Pîrebokên Kampusê li Zanîngeha Mustafa Kemal jî xwe rêxistin kirin û wek amûrên berxwedanê ya li dijî pergala serdet ya mêr bang li jinên Hatayê kirin ku tevlî atolyeyên xew parastina cewherî bibin.

Têkildarî xebatan de endama pîrebokên Kampusê Gulsum Tonaydin got wê di 20’ê cotmehê de dest bi atolyeyê bikin û got: “Parastina cewherî teknîkek parastinê ya jê re Wen-Do tê gotinê ye. pergala serdest her roj xwe ji nûve hildiberîne. Ji bo vê jî divê em jin alavên nû yên berxwedan û rêxistinê ava bikin. parastina cewherî ne tenê li dijî mêran xwe parastine, bi tevahî avakirina jiyanê ye.

Gulsumê diyar kir ku ji bo zêdetir jin neyên qetilkirin van perwerdehiyan didin û got destpêkê wê bi 30 jinî destpê bikin û got wê zêde bikin.

(fk\hu)