Zelîha ji bo xeyalên xwe piştgiriya parlamenterên jin dipê

09:01

Ruken Tuncel/JINHA

RIHA- Zelîhaya ku ji ber aboriya malbata wê ne baş bû piştî dibistana navîn nekarî dibistanê berdewam bike û ji bo vegere dibistana xwe ji parlamenterên jin piştgiriyê dipê.

Zelîha Erdem 16 saliye û zaroka herî mezin ya malbata ku 6 zarokên wan hene. Li Sirrin a Rihayê dijî. Ji ber aboriya malbatê ne başe neçar ma dibistanê berde û ew jî wek Sirriniyan îsotê paqij dike û piştgiriyê dide malbata xwe. Zelîha diyar dike ku ew gelek ji dibistanê hez dike û dersên wê gelek baş bûye. Zelîhayê got ew 6 xwişk û birane û ya herî mezin ewe.

Zelîhayê wiha got: “Ez bi dayika xwe re îsotê paqij dikim. Çewalek bi 2 tl yane. Sê xwişk û birayên min diçin dibistanê. Piştî dibistanê ew jî alîkariyê didin. Ji ber karê me zehmete. Em sibehê saet di 6’an de destpêkirin û êvarê heta 8’an didome. em ancak 10-15 çewalan paqij dikin. em hemû dixebitin roja met ê 30 TL’yî.

Ez dixwazim bibim mamoste

Zelîhayê got ew dixwaze dîsa biçe dibistanê û wiha berdewam kir: “Ez dixwazim bibim mamoste. Dersên min başin. Min gelek bêriya dibistanê kir. Ez nexwînim ezê neçar bimînin di biçûkatiya xwe de bizewicim. Ez bang li parlamenterên jin dikim. Bila ji kerema xwe re j imin re bibin alîkar.”

(fk\hu)