Li Gêlê dims ji destê jinan tê hilberandin

09:07

JINHA

AMED – Bi hatina payîzê re jinan tiriyên ji rezan berhev dikin, dikin bastik, dims û gelek xwarinên din. Li gundê Saricak a Gêlê jin dimsê çêdikin û ev jî dîmenên rengîn derdixe holê.

Li gundê Saricak a Gêla Amedê ku her demsal diçin rezên tirî, niha dest bi çêkirina dims, bastik, helaw, benî û meşrubatan dikin. li gund hema hema hemû malbat rezên wan hene. Dema hilberîn pir be dişînin ji xizmên xwe yên derve re û didin firotinê. Piştî tirî tê berhevkirin, tê esirandin û ji şîra tirî dims tê çêkirin. Tirî bi dîzman tê esirandin û jin vê şîreyê di sîtilên mezin de dikelînin. Jin ji bo paqijiyê ‘xaka dimsê’ jî bikartinin.

Zivistanê pir pêwiste

Jina bi navê Hayriye Bîngol y a63 salî di vê mijarê de xwedî tecrubeyek mezin e û çêkirina dimsê wiha vedibêje: “Em rezên xwe payîzê dibirin. Em kirş û kalên wê ji bo kelandinê vedişêrin. Piştre em bi motorê cot dikin. em serpeneyan didin ber mêwan. Dema tirî dertê em berhev dikin û diesirînin. Em vê xakê jî ji çiyan dîtin. Gelek taybete. Ev xak tinebe em nekarin tiştekî çêkin.”

Caziye Bîngul ku tevî li bajar dimîne jî her payiz tê ser rezan û got ew ji 15 saliya xwe heta niha ji rezê xwe nabe û got her sal tê hilberînên digirin bi xwişk û birayê xwe re parve dike.

Jin diyar dikin ku bi taybet zivistanê dims gelek bi fêdeye.

(md-ma/hu)