Li Kobanê jin xwezayê dubare hêşîn dike

09:05

Zahîde Ehmed/JINHA

KOBANÊ- Li Kobanê jin hovîtî û talana ku çeteyan li ser xwezayê pêk aniye bi çandina daran û zeviyan şopê şer û wêraniyê digrin.

Li Kantona Kobanê jiyan bi destê jinan tê înşakirin. Çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de êrîşê Kantona Kobanê kirin û di encamê de ne tenê qatlîamê mirov her wiha ya xwazayê jî pêk anîn. Wer dixwestin ku bi navê zindî tiştekê li Kantonê nehêlin. Lê şervanên YPG-YPJ'ê bi lehengiyeke destanwarî herêm ji çeteyan paqij kirin û dûvre xebatê ênşakirina jiyanê nûde destpêkir. Niha li her derê dar bexçe û zevî tên çandin û bajar vediguhere rengê kesk ya xwezayî. Hedla Mehmûd ku ji werza biharê ve heya niha bi kedeke mezin ji bo xwezayê dubare hêşîn bike, xwîdan daye, ji me re hest û nêrînên xwe parve kir.

'Li malek jin nebe ew mal xirab dibe'

Hedlayê diyar kir ku ew li cihê pembûyan daran diçîne û wiha qala hêza jin ya afrîner kir: "Jin li tevahî cîhanê jiyanê rêvedibin. Hertişt bi destên jinan şîn dibe, li malekê jin nebe ew mal xirab dibe. Di jiyanê de jî wiha ye, hemû karên çandiniyê jî niha em dikin. Kedeke mezin em didin. Em daran diçînin, bexçe diçînin û hemû karê girêdayî xwezayê dikin. Ger jinek bimire ew xweza jî pê re zûha dibe. Di malekê de jî jin nebe nabe. Zarok tev li derdora jinê kom dibin. Ez sewalan xwedî dikim, daran diçînim, bi wan re mijûl dibin. Niha jî dema amedekariyên pêdiviyên zivistanê ye. Tiştên me çandine, em niha ji bo zivistanê radikin. Van karan jî tev jin dikin."

'Êdî çavê jinan vebûye û zilmê napejrînin'

Hedlayê destnîşan kir ku piştî şoreşê jin li Kantonê xwe bi rêxistin kirine û ev tişt got: "Demên berê mêr desthilatdar bû û gotina wan derbasdarbû her tiştî de. Lê niha hem jin kar dikin, hem jî gotin ya me jinan e. Jin dixwaze serbest bibe, pêşketî bibe. Demên borî koletî û zilm hebû. Çavên me jinan jî girtî bû. Niha çavên me vebûne. Ev tişteke pir xweş e."

'Em ê jiyan û axa xwe ji berê baştir bikin'

Hedlayê da zanîn ku çeteyan dema êrîşê Kobanê kirine ne tenê mala wê di heman demê de ziyanek mezin dane bistana wê jî û ev tişt got: "Ji ber êrîşê em neçar man koçbikin. Lê piştî Kobanê hat rizgar kirin em dubare vegeriyan. Hedlayê bi lêv kir ku ew xebatê çandiniyê ji biharê ve pêk tîne û wiha pêde çû: "Beriya şer rewşa me zehf rind bû. lLê çeteyan pir xirabî kirin. Dar şewitandin, şikandin. Em dema ji koçberiyê vegerîn, mala me xirab bibû, darên me, bexçê me wêran kiribûn. Me di serî de dar çandin, niha jî ew darên ku me çandine dîsa fêqî dane. Em jiyanê dubare diafirinin. Em ê axa xwe û jiyana xwe ji berê xweştir bikin."

(en/rc)