Birînên erdhejê yên li Wanê nehatine dermankirin

09:01

JINHA

WAN- Her çend ku şeş sal di ser erdheja Wanê re derbasbûne jî birînên erdhejzedeyan nehatine dermankirin û hê 6 mal di konteynirên erdhejê de ligel zarokên xwe têkoşîna jiyanê didin. Daxwaza jinan ew e ku di mehên zivistanê de bi zarokên xwe re li avahiya xwe bijîn.

Yek ji karasetên xwazeyî ku li bakûrê Kurdistanê pêk hat jî erdheja bajarê Wanê bû. Li gel ku 6 sal di ser vê kerasetê re derbas bûn jî hêj birînên erdhejzedeyan nehatine dermankrin. Ji ber erdhejê bi hezaran welatî neçar man ku di kon û konteyneran de bijîn. Jinên ku li konteyneran dijîn bi hatina zivistanê re zor û zehmetî jî li ber derîyê wan disekine. Konteynerên ku li ser rêya Artemêtanê ev şeş salin hatne avakirin û hê jî 6 malbat li gel zarokên xwe di wan de dijîn. Jinên li gel zarokên xwe zehmetiya ku di konteyneran de dijîn anîn ziman û diyar kirin ku ew şeş sal e têkoşîna jiyanê li konteyneran didin û wiha axivîn " Di rojên pêş de zivistan dê bê. Em nikarin ligel zarokên xwe jiyana xwe wisa derbas bikin. Em dayik tenê ji bo zarokên xwe avahiyeke germ dixwazin.”

‘Em zor û zehmetiyan dikişînin’

Jina bi navê Fatma Baytar a ku ji pêkhatina erdhejê û heta niha niha zor û zehmetiyan dikişine ji wiha got: “ 6 sala derbas bûn lê hêj êşa me ya ji ber erdhejê berdewam dike. Em Ligel zarokên xwe di konteyneran de jiyana xwe berdewam dikin. Em di konteyneran de gelek zor û zehmetiyan dikişinin. Dewlet kesên ku ji Sureyeyê tên dike welatiyên xwe û xwedî li wan derdikeve. Lê ji ber kurdayetiya me her roj polîs bi ser konteynerên me de digirin û dibêjin derbikevin. Gelo em derbikevin em ê çi li zarokên xwe bikin û çawa zivistana zor û zehmet derbas bikin.”

‘Kes guhdariya me nake’

Fatma diyarkir ku ew di konteynirên ku av û ceryan ji ser wan hatiye qutkirin de ji neçarî dijîn, cihekî ku pêde biçin nîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ger ku aboriya me destûr bida û em karibûna li avahiyekî bijiya, jixwe em ê biçûna li avahiyê bijiya. Jiyana konteyneran zor û zehmet e. Ceyran û ava me tune ye. Dema ku dibe êvar ji bo ku zarok ji sermana negrîn em li ber derî agir hildikin. Zivistanên me zor û zehmet derbas dibe. Lê mixabin kes dengê me nabihîze.”

Barekî giran li ser milê dayikan e

Jina bi navê Nuriye Oral (42) a dayika 5 zarokan ku ev 6 sa le zor û zehmetiyan di nava konteyneran de dijî ji neçarbûna xwe anî ziman: “ Em êdî nikarin jiyana xwe bi vî awayî derbas bikin 5 zarokên min hene. Ew diçin dibistanê û barê li ser milê min zede dibe. Av û ceyran tune ye. Em ava xwe li ber derî li ser kucikan germ dikin û wisa cilên xwe dişûn. Em hemû ji ber şert û mercên xirab tenduristiy me têk çûye.”

(hk/mk)