Bi reçela ku çêdike piştgiriyê dide herêmên xwerêveberiyê

09:09

JINHA

AMED - Xebatkara Akademiya Jinan ya Sûrê Asli Cengîz bi reçela hejîran ya ku bi xwe amade dike pitgiriyê di de herêmên xwerêveberinê.

Xebatkara Akademiya Jinan ya Sûra Amedê Asli Cengîz bi reçela hejîran ya ku bi desten xwe amade dike û difiroş hatiniya ku ji vê reçele bi dest dixe ji herêmên xwerêvbirinê yên wekî Npiştgiriyê dide herêmên xwerêvebirinê. Asli ya ku ew bi xwe jî li yek ji herêmên xwerêvebirinê li Sürê jiyana xwe berdewam dike diyar kir ku ew reçela ku çêdike û difiroşe hatiya wê ji herêmên wekî Nişênîn û Cizîrê re dişine.

Asliyê ya ku bi çêkirina reçele pitgiriyê dide herêmên xwerêvebirinê got ku ew li bexçeyên hejîran dixebite û ji ber wê jî biryar daye ku reçela wan çêbike û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ez li baxçeyên hejîran dixebitîm ji ber wê jî min biryara da ku ez reçela hejîran çêbikim. Pitî ku min reçel çêkir û firot min xwest ku ez hatiniya wê ji herêmên xwerêvebirinê re bişînim û bi vî awayî piştgiriyê bidim wan.”

Zahmetî û pêdiviyên li wan herêman

Asliya ku ewjî li yek ji van herêmên xwerêvebirinê dijî got ku li van herêman pêdivî gelek zedeye divê kü hemû kes piştgiriyê bide wan herêman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Pitî ku li herêman xwerêvebirin hat ragihandin û ji bo parastina wan berxwedaneke bêhmpa hat dayîn li gelek herêmên wekî Sûr, Cizîr, Îdîl, Nisêbîn, Şirnex û farqînê dewketê bi awayekî hovane êrîş kir û xwest ku gelê me koçber bike. Lê gel berxwedan hilbijart û warê xwwe neterikan. Ji ber vê jî niha li wan herêman pêdivî bi piştgiriyeke mezin heye û min jî xwet kû bi hatiniya ji reçela ku ez çêdikim pitgiriyê bidim van herêman.”

Asli bi vê xebata xwe jineke mînak e

Asliya ku bi çêkirina rîçalê pitgirya xwe ya bi herêmên xwrêvebirinê re da nişanda û bû mînak ji bo vê pitgiriyê bang li her kesî kir û wiha got: “ Her kes dikare bi awayekî pitgiriya xwe ya ji van herêman re ragihîne. Ez ji bo ku debara xwe bikim min li baxçeyên hejîran kar dikir. Pitî ku min biryar da ku ez reçele çêbikim ez hîn bûm ku ez ê karibim bi çêkirina vê reçele re piştgiriyê bidim herêmên xweser û min dest bi çêkirinê kir. Ev mînake biçûke her kesên ku bixwaze dikare bi awayekî pitgiriya xwe ragihîne. Ez bang li hemû kesî dikim ku hestiyar tevbigerin û van herêman bi tene nehêlin.”

(ra-şa/mk)