Mamoste Zeyneb bû çavkaniya îlhamê

09:03

JINHA

STENBOL- Zeyneba ku ji bo bibe mamoste zanîngeh xwend piştî ku ji aliyê hikûmetê ve nehat tayînkirin, rê da jiyana xwe û bi du hevalên xwe yên jin re kafe vekir. Mamoste Zeyneb di vê dema ku mamosteyên muxalîf ji kar tên derxistin de , jig elek jinan re dibe çavkaniya îlhamê.

Zeyneba ku nexwest paşnavê xwe bide ji Fakulteya Wêjeya Fenê mezûn bûye û ji ber nehatiye tayînkirin li navçeya Sarigazî ya Stenbolê li taxa Gazî kafekê dişûxulîne.

‘Tayînkirin hatin zehmetkirin’

Zeynebê diyar kir ku li Tirkiyeyê pergala perwerdê têk çûye û got berê mezunên Fakulteya Wêjeya Fenê raste rast dihatin tayînkirin, lê bi sererastkirinên nû zehmet bûye. Zeynebê wiha got: “Niha formasyonê dixwazin. Min salek û nîvê formasyon girt. Lê min ti encam negirt. Niha pêkatnînên tên jiyîn jî em dibînin. Ji ber tevlî çalakiyê bûne gelek mamoste ji kar hatine durxistin. Li Tirkiyeyê pergala perwerdê têk çûye.”

‘Wê yek jî neçewise’

Zeynebê balkişand ser zextên li ser mamosteyan û got: “Gelek hevalên min hatine girtin. Li Dêrsîmê belek hatin girtin. Lê yên nehatine girtin jî hene. Tê payîn ku ev mamoste bên radestkirin. Ez bi gelek mamosteyên ji kar hatine durxistin re hevdîtinan dikim. Yek jî ne poşmane. Dixwazin bi van pêkanînan biçewisînin. Lê wê yek jî neçewise.”

Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew jî wek gelek ciwanên zanîngehê xeyalên wê nîvco mane.

3 jin kafeyê dişûxurlînin

Zeynebê anî ziman ku li ser tesadufekê ketiye vî karî û got: “Hevala min ya jin kafeya wê hebû. Min ew di rê de dît, wê jî hevkarî pêşniyar kir. Ez bi hevalek jin re hatim û em her sê bi hev re dişûxulînin.”

Zeynebê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bila li malê runenin û tevlî jiyanê bibin.

(aa/hu)