Rûyê karkeran ji berhemê kunciyan şad bûye

09:10

Rabîa Êto/JINHA

KOBANÊ-Li Kobanê cotkarên ku çandiniya kunciyan kirine, ji berhema îsal keyfxweşin.

Welatiyên rojhilata Kantona Kobanê dijîn dest bi komkirina kunciyên ku di demsala zîvistanê de çandibûn, kirin. Kunciya îsal cotkaran keyfxweş kir. Kuncî nebatekî ku tenê li Asya û heremên germ şîndibe ye. Welatiyên Kobanê jî her sal kunciyê diçînin û demsala payîzê re piştî ku kuncî têdigehêje berhev dikin.

'Em jiyana xwe bi destên xwe didin avakirin'

Karkerê bi navê Cîhan Mistefa ku her sal kunciyê diçine anî ziman ku, e ew ji bo pirgikera aboriyê çareser bikin û ambargoyê bişkinin bi kedekî mezin dixebitin. Cihanê wiha bahsa karên xwe kir: "Ev çar,pênc roj e me dest bi çinîna kunciyan kir. Em naxwazin muhtacê derve bin. Em bixwe tiştên ji bo me pêwîste diçînin û di bazara bajêr de difiroşin. Em jiyana xwe bi destên xwe didin avakirin. Ji kunciyê ku em kom dikin tehîn, merûk û gelek tiştan çêdikin. Îsal berhemê me baş bû û vê jî me şad kir."

'Em dil şand in'

Cîhanê diyar kir ku ew bi kom bi kom xebîtîne û niha jî mahsûlên xwe berhev dikin û wiha pê de çû: "Gelê me îsal gelek hatin gund û kuncî û tiştên din çandin. Em dibêjin axa me ji axa xelkê çêtir e. Me paletiya xwe kir. Karê me zehmetî û mijûlbûneke pir dixwaze, lê bi dilê me xweş e. Em dil şad in."

Cîhanê di dawiyê got ku, divê her kes vegere ser axa xwe û koçber nebin. Îro em xwe nekin muhtacê derve. Berhemên me bi keda me çêdibe û em wan dişînin bajêr ji bo ku pêdiviya gelê xwe pêk bînin.

(en/ho/rc)