Destarê Mêrdînê 30 sale li Edenê digere

09:26

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE- Cemîle Sogut ya di salên 90’î de ji gundê xwe koçî Edenê kir destarê xwe jî girt cem xwe û bi salane hemû jinên taxê vî destarî bikartînin.

Jinên di salên 90’î de ji ber polîtîkayên şer koçî Edenê kirin kevneşopiya destar li vir jî didin jiyîn. Jinên li taxa Havuzlu a Seyhana Edenê dijîn destarê ji gund anîne ji bo amadekariyên zivistanê bikartînin. Cemîle Sogutê diyar kir ku ji bo hem kevneşopiya xwe bide jiyîn û hem jî dest ji hînbûnên xwe bernede destar bikartîne û got: “Bi salan berê em ji bo zila dewletê hatin vir. Me wê demê destarê xwe jî anî. Em niha hemû tax bikartînin.”

‘Em nekarin dest jê berdin’

Cemîleyê bi lêv kir ku ew hîna dipê ku vegere xaka xwe û got: “Tevî her tiştî me dest ji xaka xwe berneda.Em ji bo biçin gundê xwe wê şertên xwe bidin zorê.”

Hatîce Dîrekçî jî wiha got: “Min gundê xwe di xewnên xwe de da jiyîn. Ez jê qût nabim. Em deyndarên rêberê xwe birêz Abdullah Ocalanin. Dema xaka me azad bibe em rojekê li vir namînin.”

Febziye Oguzê jî got wan tehm û alavên xwe yên kevneşopî anîne Edenê û got: “Em destar di amadekariyên xwe yên zivistanê de bikartînin.”

(hu)