Mast çavkaniya debara Sultanê ye

09:01

JINHA

ÊLIH - Jina bi navê Sultan Tanyelî ku debara xwe bi firotina mastê pêk tîne diyar kir ku, ew ji karê xwe gelek hez dike.

Sultan Tanyelî bi selan e ku li taxa cudiya Êlihê diji û ligel temenê xwe ya mezin bi hilberinên ku bi destên xwe çêdike dabariya xwe pêk tîne. Sultan ji ber xizaniyê bi zor û zehmetiyan ji xwe re çêlekek stand û bi hilberinên wê çêlekê zarokên xwe xwedî dike. Dayika Sultan di serê sibê de radibe û çêlaka xwe ya ku baxçeya mala xwe de xwedî dike xwarinê dide û didoşe. Şîrê ku ji çêleka xwe didoşe di nav satilê de dimeyine û heya sibê dide sekinandin. Mastê ku roja berê çêdike jî di nimêjê de ji bo bigihine taşteya kiriyarên xwe dikeve rê û mal bi mal mastên xwe belav dike.

Bi hilberîna çêlekê debara xwe dike

Sultanê diyar kir ku, ew li hember hemû zehmetiyan karê xwe dike û got: "Min berê de bi salan li mala xelkê paqijiyê dikir û zarokên xwe xwedî dikir. Piştre ku qeweta min nema min bi pereyê ku li hev komkirî ji xwe re çêlekekî stand û bi hilberinên wê debara xwe dikim.”

'Her sibe ez li taxê mast difiroşim'

Sultanê anî ziman ku di nav bajêr de xwedî kirina çêlekê gelek zehmet e û ew jî ji bo çêrandin û hilberinekî baş gelek zehmetiyan dikişine. Sultanê bilêv kir ku, ew her sibe ji bo belavkirina mastê ji xew radibe û mastên çêdike li gel belav dike û wiha axivî: “Ciranên min gelek ji mastê min qayîl in. Ez jî ji bo qayilbûna wan çi ji destê min tê dikim û ez wan mahcûp nakim.”

Sultanê da zanîn ku ew gelek ji karê ku dike hez dike û got ji karê xwe tucar aciz nabe û bang li hemû jinan kir ku, sûde ji xwezayê bigirin.

(dt-ho/rc)