Li Bîrecîkê jin hilberîna komînal esas digire

09:10

JINHA

RIHA – Jinan li Bîrecîkê erd kirê kirin û sebze çandin. Jinan hilberîna komunal esas girtin û ji çandiniyê heta firotinê di her astê de cih digirin.

Li gundê Tibil a Bîrecîka Rihayê jinan erd kirê kirin û bi karbeşiyê re hilberîn kirin û jiyana komunal esas digirin. Jinan sebzeyên organîk yên wekê sîr, îsot, balcan, firingî, xiyar, pîvaz, bexdanuz û nane çandin. Destpêkê hewcedariya jinên ked dane tê dayîn û piştre jî yên zêde li bazaran tên firotin.

‘Em tevî germê dixebitin’

Edîbe Şahînê diyar kir ku ji ber pir germe zehmetiyan dikişînin û wiha berdewam kir: “Em di saetên sibehê de xwarina xwe dikin çenteyan. Em bi komî li traktorê siwar dibin û diçin ser erd. Em stranên Kurdî di rê de dibêjin. Em saetên hênik de dixebitin û nîvro saetekê navberê didin. Bi rojava re em saeta karê xwe diqedînin.”

‘Dema hilberîn zêde be jinên karker tên’

Edîbeyê bi lêv kir ku bi hevkariyeke mezin tovên sebzeyan diçînin û ji gubrekirin, avdan û çapayê her tiştî ew dikin. Edîbeyê wiha got: “Dema hilberînên me zêde bin em karkerên jin tînin. Dema hilberîn zêde em difiroşin. An jî wek amadekariya zivistanê konserveyan çêdikin, sebzeyan hişk dikin.”

(htk/va/hu)