Fatma ji êşên mezin tecrûbe girt û niha pêşengiya xebata jinan dike

09:01

Sorgûl Şêxo/JINHA

TIL TEMIR-Jinên ku êşên mezin jiyane, pêşengiya xebatên şoreşê dikin û pirsgirêkên civakî çareser dikin.

Li bajarê Til Temir ya Kantona Cizîrê jina bi navê Fatma Silêman, ji temenê xwe yê zaroktî ve rastî gelek êş û astengiyên kevneşopiyên civakî hatiye. Fatmayê ku di 14'e saliya xwe de bi zordariya malbatê bi mêrek 75 salî re tê zewcandin û rastî gelek zilman tê. Fatmayê diyar kir ku ew yek salî bû dayika wê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Bavê min duvre zewicî. Em 20 xwişk û bira bûn û temenê me tevahî biçûk bû. Ji ber şert û mercên jiyanê min dibistan nexwend. Xwişk û birayên min tev xwendin,bûn mamoste û karmend.

'Cihên azad cihên herî xweş ji bo jinan in'

Fatmayê anî ziman ku, ew rastî gelek zilmên mezin hatiye ji aliyê malbatê ve û got ku, ji ber ew ji rêxistinbûna jinan ne hayedar bû, di temena biçûk de nedikarî pirsgirêkên heyî re çare bibîne. Fatmayê da zanîn ku, ew li hember zilma lê hatî kirin agir berdaye bedena xwe lê ji ber zû pê hesiyane, bi aweyek birîndarî hatiye xilaskirin. Fatmayê bi lêv kir ku, piştî sê zarokên wê çêdibe û bi kedek mezin zarokên xwe xwedî dike û wiha pêde çû: "Min bi hêsirên çavan zarokên xwe mezin kirin. Jiyanek tejî êş û xem bû. Min hertişt dest jê berda û sê zarokên xwe xwedî kir. Lê pir caran dema ez dikevim xeyalan ez ji xwe re dibêjim xwezî min wan deman hevalên PKK'ê nas kiribûya û ez tevlî wan biçûma çiyayên azad ên Kurdistanê. Birastî tu jinek êş û ezabeke wiha heq nake. Ji bo wê jî mekanên azad cihên herî xweş ji bo jinan in."

Di xebatên komînê de giranî dide pirsgirêkên jinan

Fatmayê diyar kir ku, piştî mirina hevjînê wê ew tecrûbeyek xurt ji jiyana xwe derxistiye û da zanîn ku niha hevseroktiya Komîna taxê dike. Fatmayê destnîşan kir ku, ew ji bo çareseriya pirsgirêka jinan xebatê dide meşandin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Berê zagonê jin tunebû, mêr wekî ku dixwast tevdigeriya. Gava jinek hatiba zewcandin qelen dihat girtin. Jin rastî şîdetê hatiba vê yekê rewa dihat dîtin. Jin bi aşekre bi navê qelenê dihat firotin."

'Tişta min wendakirî ez dubare qezenc dikim'

Fatmayê ji bo xebatên jinê yên ku dilê wê yê birîndar geş dike jî got: "Jixwe niha Zagonên Jinê derketine ji bo me hemû jinan pir başe. Jin dikare dengê xwe derxîne û bêje ez vî tiştî qebûl nakim. Divê jin xwedî li hev derkevin û hev zane bikin li ser rêya rast bimeşin. Îro Mala Jinê bûye çavkaniya çareserkirina pirsgirêkên jinan. Em di xebatên komînan de piştgirî û alîkariya hewce dikin û wiha ez tola hemû êşên dema borî distînim. Ji ber her jina ku pirsgirêkên wê çareser bibe, dilê min pê şad û rehet dibe, wek ku tişta min wenda kirî, dubare ez qezenc dikim."

(en/rc)