Tiriyê Erdîşê li ser tezgahan cihê xwe girt

09:09

JINHA

WAN – Tiriyê Erdîşa Wanê ku bi kaşilê xwe yê tenik û tehma xwe tê zanîn li ser tezgahan cihê xwe girt.

Tiriyê Erdîşa Wanê ku paşeroja wê digihêje şaristaniya Urartuyê, heta roja me ya îro hatiye û bi tehma xwe tê zanîn. Tiriyê Erdîşê kur eş û hebên wî mezinin, her sal di meha îlonê de li ser tezgahan cihê xwe digire. Ev tiriyê ku tenê li Erdîş û bajarên Lyon û Nîce yên Fransayê tê dîtin, li Erdîşê jî li gundê Axsraf, Gîrgûs, Selmanaxa û Orene tê gîhandin.

Tiriyê ji rezan tê berhevkirin, li ser tezgahan cihê xwe girtiye.

Wêne: Vîldan Atmaca

(hu)