‘Ji ber bombebaranê em ê dev ji zozanên xwe bernedin'

09:07

Zeynep Durgut-Bêrîtan Elyakut/JINHA

DERSIM- Koçerên zozanên Dersimê bi hatina demsala payîzê re zozanî amadekariyên vegerê dikin. Koçeriyên ku hember şert û mercên jiyanê ên giran têdikoşin diyar kirin ku, ew ê zozanên xwe terik nekin.

Li Dersimê koçerên di mehên biharê de berê xwe didan zozanên bilind bi hatina demsala payîzê re amedekariya vegerê dikin. Koçerên ku ligel şert û mercên jiyanê ên zehmet rastî astengî û qedexeyên artêşa tirk tên diyar kirin ku ew zozanên xwe terk nakin. Koçerên zozanan anîn ziman ku, çiyayên dora wan her tim ji aliyê artêşê tirk ve tê bombebarankirin û gotin ku ji ber eviniya wan ya li hember zozanan mezine, ew zozanên xwe terk nakin. Zozaniyan diyar kirin ku, ew dev ji çanda xwe ya koçeriyê bernadin û gotin ku, ew ê her tim çanda çiyayî bidin jîndin.

‘Keda destên me tûne tê hesibandin’

Jina bi navê Şehrîban Ergaş ani ziman ku, wê ji zarokatiya xwe ve heya niha, jiyana xwe li zozanan derbas kiriye û wiha axivî: "Em di meha hezîranê de tên zozanan heya demsala payîzê em li zozanan dimînin. Em bi zozantiyê hem debara jiyana xwe dikîn hem jî bi vî awayi çanda çiya didîn jiyîn. Li vir şev û roja me dagirtiye. Em bi kedek mezin pênîr çê dikin û bi 8 lirayan difiroşîn sanayiyan. Ew bi 30 lîrayan difiroşin gel. Keda ku em didîn li karê sanayiyan tê. Em jin li vir kedek mezin didîn. 4 mehan li zozanan di nava zehmetiyên mezin de em têkoşîn dikin, lê sanayî jî kedên me tune dihesibînin. Wekî ku ew ked dane nîşan dide.”

‘Ji ber bomberdimanan ajalan me ji şîr bûn’

Altin Çetîner jî bi lêv kir ku bomberan kirina çiyayan zirarê dide ajalên wan û wiha got: ”Dewlet niha hemû derdorên Dersimê qedexekirine. Bi qedexe û zextê dixwazin çanda koçerî û zozaniyê ji holê rakin. Çavê gel ditirsînin. Ji ber ku her roj çiya tên bomberankirin ajalan me ji şîr bûne. Ev jî zirarek mezin dide me. Em serê sibehê zû radibîn û dest pêkê taştê dikîn. Pişt re em diçîn mehan didoşîn em her karekî dikîn. Her çiqas pêvçûn hebin jî em karê xwe berdewam dikîn. Di nav tirsê bomberanan de em çanda xwe berdewam dikîn. Ez di temenê xwe yê biçûk heya niha têm zozanan. Di zozanan de tiştê herî xweş hewa ya wê ya paqij û hevpariya jin û xwezayê ye.”

‘Em tu car dev jî zozanên xwe bernadîn’

Hanim Polat jî da xuya kirin ku, çanda zozanvanî û koçerî ji dapîr û bapîrê hînbûne û got ku ew ê mîrasa xwe yê çandî bidin jiyîn. Hanimê da zanîn ku, her roj li esîmana zozan û çiyayên wan balafir û heron digere û wiha pêde çû: "Ji ber qedexeyê dewletê em nikarîn ajalên xwe ji dûr ve biçerînîn. Demsala payîzê hat, em ê biçîn ji ber wê xemginiyek pir cûda niha heye. Em ji zozanan xwe hez dikîn tu car bernadîn. Em ji bomberan kirinê natirsîn.”

(rc)