Şorba Serhedê: Girar

09:14

Vildan Atmaca/JINHA

MÛŞ - Şorba girarê ya li Kurdistanê bi navê cuda tê bi navkirin, li herêma Serhedê li ser sifreyan cihê xwe digire.

Şorba girarê ku li Kurdistanê bi navê cuda tê bi navkirin, li herêma Serhedê bi germî tê xwarin. Dîroka girarê digihêje dîrokek kevn. Di serdema berê de bi dîtina agir re, piştî hewa cemidiye û demsala zivistanê ya dirêj dest pê dike, di encama zanîna jinê de wek vexwarina germ tê dîtin. Xurekên girarê mast, nebatên xwezayî û dane.

Girar li her herêmê cuda cuda tê çêkirin. Li Wanê jî kundir û pûngê dixêne. Li Gimgima Muşê jî jinên Kurd yên Elewî li gorî xwe çêdikin. Sipiya hêkê dikin nava mast û baş li hev dixînin. Kevçiyek jî ard dixinê. Armanca xistina hêkê jî eve ku mast nekuse. Piştre xwê dikinê û ava cemidî tevlî dikin. dikin wek dew. Piştre gehim û nokên berê hatine pijandin tevlî dikin û dikelînin. Nêzî kelê, kereng, nebatên xwezayî tevlî dikin. Nebata pûngê gelek xweş lê dike. Her wiha kîşnîş jî tê tercîhkirin.

(hu)