Jinên Kobanê dê amedekariya zivistanê ligel şervanan parvebikin

09:09

Rabîa Êto/JINHA

KOBANÊ- Piştî şerê giran û berxwedana bê hempa li Kobanê, gel cara yekem e bi dileke aram li benda hatina zivistanê ne. Jinên ku dest bi amedekariya zivistanê kirin diyar kirin ku, ew ê amedekariyên zivistanê ligel şervanan parve bikin.

Êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kantona Kobanê bandorek mezin li ser jiyana asayî ya gel kir. Lê xebatên înşakirin û dermankirina birînên kûr jî dewam dike û gel hewl dide jiyana xwe ya asayî vegerîne jiyanekk aram. Jinên Kantona Kobanê jî ji bo zivistanê giranî dane amedekariyan. Tiştên wek dimsa Îsotê û dimsa firingiyan, dan û hwd. amade dikin. Li bajarê ku hîna şopa şerê hilweşîner û zehmetiyên dorpêçê heye, jin ji ber ku li bajarê xwe yê azad dê bikaribin zivistanê pêşwazî bikin, kêfxweş in.

'Du sal ji ber şer me nekarî amedekariya zivistanê bikira'

Xalîse Ehmed ku ji bo zivistanê re genim dikeline diyar kir ku, ew savarê ji bo zivistanê bi keda xwe amede dikin û wiha got: "Em her sal di van deman de genimê xwe dikelînin paşê dikin savar. Savara bi destan tê amadekirin bi tamtir e. Ev bû du sal me nekarî amedekariyên zivistanê kiriba. Ji ber em koçber bûn, dema ku Kobanê rizgar bû jî em hatin lê hîna rewş asayî nebû, me jî nekarî amedekariya tiştek bikira."

'Em ê amedekariyên xwe ligel şervanan parvebikin'

Xalîseyê anî ziman ku, ew bi bi saya şervanên YPJ/YPG'ê îro di nava aramiyê de dijîn û wiha domand: "Em ê amedekariyên zivistanê ligel şervanên YPJ û YPG'ê parvebikin. Em ê di salvegera azadkirina Kobanê de, şadiya azadiyê bi hev re hevbeş bijîn." Xanîseyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kir û ev tişt got: "Em bi hêvî ne ku îsal dê Rêberê me ji zindanê derbikeve. Rêber Apo ji savarê hez dike û ez pir dixwazim rojek were ku azad bibe û ez jê re ji savarê xwarinên herî xweş çekim."

'Em dimsê îsotan bi destê xwe amede dikin'

Ji jinan Bedê Hemî ya ku dimsê îsotan dikeline jî bi lêv kir ku, wan berî du salan wek vê demê amedekariyên zivistanê kiriye û wiha pêde çû: "Çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Kobanê kirin. Me mala xwe û hemû tiştên xwe li dû xwe hişt û me koç kir. Piştî vegera ser axa azad ev cara yekem e em amedekariya zivistanê dikin. Niha em îsotan bi destên xwe çêdikin, dema em bi destên xwe pêdiviyên zivistanê amede dikin, dilê me rihet dibe. Ji ber xweştir dibe." Di dawî de Bedê anî ziman ku, ew bi saya şervanan vegerîne ser axa xwe û wiha axivî: "Em bi hêvîne îsal em jiyaneke xweş û asayî bi şervanên xwe re parve bikin."

(en/rc)