Jina êzidî Qezîfe axa xwe terk nake

09:03

Zîlan Cûdî/JINHA

TIRBESIPIYÊ- Qezîfe Xelef yek ji jinek êzidiye ku axê xwe terk nekirye. Qezîfeyê ji ber bi tenê hatiye hêştin bi alikariya rêxistinên jinan jiyana xwe didomîne.

Jina êzidî Qezîfe Xelef (76) ji ber ne xwes axê terk bike, zarokên wê ew li şûna xwe bi tenê hêştine. Qezîfe hevjînê wê di salên borî de çûye ser dilovaniya xwe. Qezîfe ya ku zarokên wê tev li Ewrûpayê ne, niha bi alîkariya Mala Jinê ya bajar dijî. Qezîfeyê diyar kir ku di sala 1994'an de ew bi malbatî çûne Ewrûpayê piştî 6 salan cardin vegerîne û wiha got: "Hevjînê min tehemûl nekir û xwest vegere, di encamê de ez û hevjînê xwe vegerîn Rojava, zarok li Ewrûpa man. Li vir hevjînê min wefat kir. Ez bi tenê mam. Zarokên min gotin ku were cem me. Ez dîsa rabûm çûm Ewrûpa. Lê birastî min nekarî li wir bimînim."

'Li Ewrûpa heskirin, têkîlî û hîskirin kême'

Qezîfeyê anî ziman ku li Ewrûpayê hezkirin, têkîlî û hîskirin di navbera mirovan de kême û wiha pêde çû: "Kes kesê nahese, kes kesê napirse. Min ji xwe re got ez li Rojava jiyana bi tena serê xwe razî me. Lê nikarim jiyana Ewrûpa tehemûl bikim. Ez tenê 7 mehan mam û dubare hatim ser axa kal û pîrên xwe."

'Ez tevlî hêzên parastina cewherî bûm'

Qezîfeyê bi lêv kir ku, ew ji sala 2014'an û vir ve qet warê xwe terk nekiriye û ev tişt got: "Ev du sal û nîve ez vegeriyame û li ba rêxistina Mala Jinê dimînin. Zarokên min bi min re naxivin. Ew ji min xeyidîne ku ez dubare vegeriyam. Tu alîkarî jî ji min re naşînin. Ez bi alîkariya rêxistinên li vir dijîm. Li gor nêrîna min Rojava bihuşt e. Jixwe bi saya Serok Apo û şervanên wî ez dijîm. Min li vir xwe fêrî perwerdeya Parastina Cewherî kir. Herwiha çi çalekî, merasîm û xebatek ku hebe ez beşdar dibim."

'Heya Serok azad nebe jin jî azad nabin'

Qezîfeyê di dawiyê de jî hezkirina xwe ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan parve kir û wiha got: "Ruh, can û çavên min Rêber Apo ye. Ez çavên wî maç dikim û azadiya wî dixwazim. Jin û Serokatî bi hev ve girêdayî ne. Heya Serok azad nebe, jin jî azad nabe."

(en/rc)