Ji bo pêşî li îsrafên bigirin nanê hişk berhev dikin

09:16

JINHA

AMED – Malbateke ku li şûna ku nanê hişk bavêje kolanê, berhev dikin û difroşin xwediyên sewalan. Ev pêkanîna ku li dijî îsrafê tê kirin, li Amedê bi lez belav dibe.

Malbateke ku li taxa Yunus Emre ya Baglara Amedê rudinin 18 sal berê ji ber ku nanê hişk li kolanê didîtin nerehet bûne û ji ber vê hewl dane ku vî nanî çawa binirxînin. Kesên ji vê malbatê teşt danîne ber derî û nanê hişk berhev kirine. Di nava demê de kesên vê taxê nanê hişk xistine vê teştê.

Ber dîwaran, bin pacan

Nanê hişk yên welatî datînin ber dîwar û bin bacan bû çavkaniya nû ya debarê. Malbat vî nanî difroşe sewalkaran. Bi pêkanînê hem pêşî li îsrafê tê girtin û hem jî kolan paqij dimînin. Ev pêkanîn niha li taxan tê meşandin.

Jina bi navê Fatma Orhan got ji cînarên xwe piştgirî girtine û ev kampanya dane destpêkirin û got: “18 sal berê em hatin vê taxê. Li cîhanê gelek mirovên birçî û sewal hene. Em li dijî îsrafê ev kampanya da destpêkirin. Di nava temê de cînar tevlî bûn. Em vî nanî difroşin sewalkaran. Êdî zarok li şûna nan bikin çopê tînin ji me re.”

(md/hu)