Jiyana ku Zozanê din ava betonan de şîn kiriye…

09:14

Şehriban Aslan/JINHA

SÊRT – Jina bi navê Zozan Yilmaz li hewşa mala xwe ya di nava betonê de sebze û fêkî çandiye û hewcedariya xwe ya havîn û zivistanê peyda dike. Zozanê got ji baxçeyê hewca xwe ku bi destê xwe çandiye xwarina xwe digirin û ji derve dan û standinê nakin.

Li taxa Çakmak a Sêrtê jina bi navê Zozan Yilmaz xanî û derdora xaniyê xwe ji betonê rizgar kiriye û di hewşa xwe de baxçe ava kir. Zozan dibêje ew bi vê baxçeyê bîhna xwe digire û her wiha sebze û fêkiyên li baxçeyê xwe çandiye hewcedariyên wan tîne cih.

‘Ez huzurê dibînim’

Zozanê got: “Berê bîhna min nedihat ber min. Dema lingê min li xakê neketibû min xwe bêhuzur hîs kir. Ev baxçe hat bîra min. Destpêkê min şitlên hêjîr, tirî, hermî û gulan çandin. Piştre min sebze çand. Ev kar huzurê dide min. Min çawa li zarokên xwe mêze kir wisa li baxçeyê xwe jî dinêrim.”

‘Hemû xwezayîne’

Zozanê di berdewamiyê de got ji fêkî û sebzeyên baxçeyê xwe amadekariya zivistanê jî dike û got ji derve tiştekî nastîne û got: “Em ji hêjîran dimsê çêdikin. Ez hêjîra hişk dikim. Her wiha pê bastik çêdikim. Ji çîlekan reçel çêdikim. Ez şitlê gulan difroşim. Zarokên min bi sebze û fêkiyên organîk xwedî dibin.Ez beyî muhtacê kesî bibim debara xwe dikim.”

Jin dikare li her derê jiyanê ava dike

Zozanê bi lêv kir ku jin li ku dibin bila bibin dikarin qadê veguherin qadên kes û got: “Ji ber dora me betone em nekarin bîhna xwe bigirin. Her diçe xweza tine dibe. Divê li her derê xak hebe dar bên çandin.”

(mla/hu)