'Ew me azad kir, em ê jî ji bo azadiya wî têbikoşin'

09:07

JINHA

AMED - Gulluşah Karagullu ji temenê zaroktiyê ve hatiye zewicandin û piştî hevjînê wê dikeve girtîgehê tevî 5 zarokên xwe têkoşîna jiyanê dide. Gulluşahê diyar kir ku, ew hêza manevî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan digre û têkoşîna jiyanê dide û wiha got: "Ew me azad kir, em ê jî ji bo azadiya wî têbikoşin."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di dîroka civakbûnê de derbarê azadî û têkoşîna zayendî de bi fikrên radîqal balê herkes û bi taybet ya jinan dikêşe. Gulluşah diyar kir ku, Rêberê PKK'ê ji bo tevahî jinên kurd wek "Serok" e û got ku ew weke jinek ji ramanê Abdullah Ocalan bandor bûye. Gulluşahê da zanîn ku, ew di 15'e saliyê xwede hatiye zewicandin û di temenek biçûk de bûye xwediyê 5 zarokan. Gulluşahê anî ziman ku hevjînê wê di sala 1993'an de hatî girtin û ew jî bi xwendina pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hînê têkoşîna jiyanê bûye û bi hêza girtiye jiyana xwe rêvebiriye.

'Piştî min pirtûkên Rêbertî xwend min xwe naskir'

Gulluşahê wiha axivî: "Piştî min pirtûk xwendin, baweriya min hember min zêde bû û bi aweyek xurt tevlî jiyanê bûm. Tevî zarokên xwe min têkoşîna jiyanê da. Min xwe naskir û bi naskirinê re min tirsên xwe derbas kir. Ez hînbûm ku divê jin serî netewîne û têbikoşe. Bi fikir û ramanên Rêbertî re min tevgera jinê naskir. Li hember mêr, malbat, civak û dewletê wek jin min li ber xwe da."

'Tiştê ku dihat jîndin ne qederbû'

Gulluşah bi lêv kir ku, ji hevjînê wê re cezayê muebbet hatiye dayîn û got ew têkoşîna siyasî li gel zarokê xwe dide meşandin û wiha pêde çû: "Ji bo min hêza manevî pêwîst bû ew jî min ji Rêbertî girt. Demê hevjînê min hat girtin zarokê min yê herî mezin 8 salî bû. Ji bo zarokên xwe xwedî bikim, derfetên min yên aborî jî tunebû. Wê demê tevî zarokê xwe yê biçûk diçûm pazarê û min hişênahî difrot û debara xwe dikir. Tiştê ji bo min girîng hêza manevî bû. Min karkeriya çandiniyê kir, kedê min hat dagirkirin. Min têkoşîna vê yekê da û zarokên xwe parast."

Gulluşahê piştî zarokên wê mezin dibe, di bufekî ya şaredariyê de dest bi xebatê dike û debara xwe dike.

Dev ji têkoşîna xwe berneda

Gulluşah ji aliyek ji bo debara xwe dixebite ji aliyê din ve tevlî xebatên HADEP, DEHAP, DTP, BDP'ê û herî dawî jî nava HDP'ê de dewam kir. Gulluşahê wiha axivî: "Bi serê xwe rizgar bibam tu wate îfade nedikir. Rêberê me wiha digot. Ji ber vê min xilasiya civakê jî esas girt û bi vê zanabûnê min xebatê rêxistinî kir. Dema ku ji her alî ve min têkoşîn kir, min hîskir ku azad dibim."

'Divê em jî ji bo Rêbertî têbikoşin'
Gulluşahê her wiha balê kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pêl da axaftina xwe: "Divê di rojeva me jinên kurd de tenê azadiya Rêbertî hebe. Ew me azad kir, divê em jî ji bo azadiya wê têbikoşin û di oxirê vê riyê de her tişt bikin. Divê rayadarên dewleta Tirkiyeyê vê yekê baş zanibin, nirxê Ocalan ji bo jinên kurd gelek mezine. Eger em agahî jê negrin, wek jinên kurd her cure çalakî dê ji bo me rewa bibe."

(ra-mm/rc)