Ji Şirnexê heta Mînbîcê berxwerdan di klamên jinan de ne

09:22

JINHA

ŞIRNEX – Jinên Botanê berxwedana Şirnexê bi gotina ‘Em jî nêzî azadiyê bûn’ di stranan de vedibêjin. Hanim Varge ya 70 salî ku silava azadiyê ji jinên Mînbîcê re şand hem azadiyê û hem jî berxwedanê bi stranan vedibêje.

Gelê Kurd şahidiya şoreşa jinên bi salane li dijî zext û zilma pêk tê bi serbilindî sekinîne, kir. Şoreşa Kobanê ya li Cîhanê deng da herî dawî şoreşa Mînbîcê hat jiyîn. Jinan çarşefên reş ji xwe kirin û şeiwtandin û nîşaneya serkeftinê kirin. Îro jinên Botanê jî wek jinên li Mînbîcê bi hêza ku ji jinên Rojava girtine cigara xew pêdixistin û dikenin.

'Ya herî baş şoreşê vedibêje stranin’

YPS û YPS-JIN li Şirnexê heta 3 mehan li dijî hêzên dagirker şer kir. Hêzên dewletê windayên mezin dan û li dijî berxwedêrên rêveberiya xweser têk çûn. Jinên Şirnexê niha vê berxwedanê di klamên xwe de vedibêjin. Jina bi navê Hanim Verge ya 70 salî dibêje ‘Divê ev berxwedan neyê jibîrkirin. Ya herî baş şoreşê vedibêje stranin.’ Hanimê cigareya xwe pêxist û berxwedana Şirnexê bi dengê xwe yê xurt vedibêje.

'Ez dayika şehidim, serbilindim’

Hanima ji jinên li dora wê berhev bûne dikene, di klama xwe de dibêje wê zarokên wê têk neçin û wiha pê de çû: “Ez dayika şehîdim, serê min biline.” Hanim strana xwe bi van gotinan berdewam dike ‘Emê jî azad bibin. Ez jî vê cigarê wek jinên Mînbîcê ji bo azadiyê dikêşim.”

Hanimê klama xwe wiha bi dawî kir:“Negirîn. Zarokên me nebûna em jî nekarîbûn li ser van xakan rehet bijîn. Yekane tişta ji destê me tê têkoşîne.”

(aı/hu)